Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HSD: Serçete Bexdadî li herêma di bin kontrola dewleta tirk de hate kuştin

HSD’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku serçete Bexdadî di encama hevkariya hêzên wan û hêzên DYA’yê de hatiye kuştin. HSD’ê da zanîn ku Bexdadî li herêmên di bin kontrola dewleta tirk de hatiye kuştin û kuştina Bexdadî diyarî jinên êzidî û kesên ji hêla DAIŞ’ê ve hatine qetilkirin, kir

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî kuştina serçeteyê DAIŞ’ê Ebubekir El Bexdadî li Hesekê daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî bi zimanê kurdî ji hêla Berpirsê Têkiliyên Giştî yê HSD’ê Rêdûr Xelîl û bi zimanê erebî jî Berdevkê Fermî yê HSD’ê Kîno Gabriyêl ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Di encama xebateke hevbeş û bi baldarî ya zêdetirî 5 mehan a di navbera îstîxbarata leşkerî ya HSD’ê (Ewlekarî) û hêzên Amerîkayê de, serçeteyê rêxistina terorîst a DAIŞ’ê ‘Ebubekir El Bexdadî’ îro di danê sibehê de li nêzî baregeheke leşkerî ya Tirkiyeyê ya li gundê Barîşa yê li bakurê parêzgeha Idlibê, hate tunekirin.

Serkeftin diyarî jinên êzidî kirin

Ev serkeftina dîrokî encama hevkariya xurt a di navbera HSD û DYA’yê de pêk hat. Herdu aliyan pêvajoyên amadekariyên operasyonê bi hemû detayên wê şopandin. Em weke HSD’ê destnîşan dikin ku ev operasyon ji ber êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên me, mehekê dereng hate lidarxistin. Ev operasyon tolhildana welatiyên me yên li Kobanê, Şengal, Xabûr, Deşta Nînewa, Kerkûk, Xaneqîn, Mexmûr û bi taybet jî jinên kurd ên êzidî yên ku ji hêla vê rêxistina terorîst ve hatine qetilkirin e. Di heman demê de ji bo tolhildana mirovên ku ji ber sûcên rêxistina DAIŞ’ê li tevahiya cîhanê hatine qetilkirine .

Beriya niha agahî dabûn

Operasyon piştî ku îstîxbarata me yên leşkerî agahiyên girêdayî cihên fermandarên rêza yekem ên rêxistina DAIŞ’ê di nav de El Bexdadî li herêmên di bin serweriya dewleta tirk de kom kirin, pêk hat. Ragihandina me piştî rizgarkirina bajarokê Baxozê jî hin detayê li ser vê yekê dabûn.

Hişyarî dan cîhanê

Em cîhanê hişyar dikin ku veguhestina komên cîhadîst a bi destê artêşa tirk a ji herêmên Serêkaniyê û Girê Spî, dê zemîneke guncav ji geşkirina DAIŞ’ê re çê bike. Ev yek metirsiyeke mezin li ser herêmê û civaka navdewletî çêdike. Beriya niha jî me destnîşan kiribû ku DAIŞ‘ê û fermandarên wê derbasî herêmên di bin serweriya artêşa tirk û komên girêdayî wê yên li Idlib û Efrînê ango herêmên ‘Mertala Firatê’ bûn. Operasyona dawî ya kuştina El Bexdadî delîlê rastiya zanyariyên me ye.

‘Têkoşîna li dijî fermandarên DAIŞ’ê dê bidomin’

Em weke HSD’ê spasiya hemû alî û hêzên ku di serkeftina vê operasyona dîrokî de cih girtin dikin. Di heman demê de em diyar dikin ku xebata me ya hevpar bi Koalîsyona Navdewletî ya bi serkêşiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û saziyên me yên îstîxbaratê berdewam in. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî fermandarên DAIŞ û şaneyên wê mezin bikin.” HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar