Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

HSD: Wê êrîş û sûcên dewleta tirk bêbersiv nemînin

HSD'ê bal kişand ser êrîşên dewleta tirk a qirker û got: “Ji ber bêdengiya komeleyên navneteweyî, tê wateya piştgirîdayîna rêxistinên terorîst ên li deverên dagirkirî. Lê divê herkes bizane ku wê dewleta tirk a dagirker bê bersiv nemîne.”

Hêzên me ji her demê bêhtir parastina herêmê û pêkhateyên wê bikin.”

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxûyaniyek da.

Di daxûyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Dewleta tirk a dagirker di vê hefteyê de êrîşên xwe yên hovane yên li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nexasim ên li herêmên Şehbayê ku koçberên Efrînê tê de bi cih bûne û Minbic, Eyn Îsa û herêmên Cizîrê zêde kirine. Di encama hedefgirtina rasterast a şênî, jin û zarokan de 3 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 4 kes birîndar bûn. Di nav de 2 zarok hene.

Ev êrîş ji demeke dirêj ve hatiye plankirin û li benda dema guncaw bûn, nexasim paşguhkirina sûcên belgekirî yên li dijî xaka Sûriyeyê û bi taybetî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê

‘Divê tevahî aliyên Sûriyeyê hişyar bin’

Em nikarin vê êrîşê ji hewldanên dagirkeriyê cûda bikin ku dixwaze balê ji ser projeyên xwe yên mêtinger ên li Sûriyeyê û bandorên wê li ser pêşeroja yekitiya Sûriyeyê bikişîne. Dixwaze tevahî lihevkirinên niha û yên pêşerojê li gel hêzên navneteweyî ji bo mayîna hêz û çeteyên xwe li Sûriyeyê bi kar bîne. Ev armancên kirêt ên van êrîşan e.

Propagandaya ku dewleta tirk a dagirker li ser êrîşa li dijî hêzên me dike, hewldanek ji bo lawazkirina hêzên nîştimanî ye ku li dijî planên wê yên mêtingeriyê ne. Lê êdî divê tevahî aliyên Sûriyeyê hişyar bin ku hewldana lawazkirina hêzên me tenê ji bo dagirkirina deverên din ên Sûriyeyê ye û bandorkirina serdestiyê niha û di pêşerojê de ye.

‘Em hişyariya nîştimanî ya gelê xwe silav dikin

Dewleta tirk a qirker baş dizane ku ne tenê em lê belê gelê me bi vîna xwe li hember êrîşên wê disekine. Em hişyariya nîştimanî ya gelê xwe silav dikin. Ji ber ku girîngiya berxwedana li hember êrîşên dagirkeriyê baş nas kiriye. Em şervanên li eniyên şer û fedakariyên wan û şehîdên xwe silav dikin.

Domandina êrîşên dewleta tirk a dagirker û sûcên wê bêbersiv nemînin û hêzên me jî wê ji her demê zêdetir pabendî parastina herêmê û pêkhateyên wê û misogerkirina pêşerojeke ewle bin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar