Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

HSD: Zêdetirî 110 terorîst û hevkarên wan hatin girtin

Navenda Nûçeyan |

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî operasyona li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê ku di 4’ê hezîranê de dabû destpêkirin daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê Berdevka Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Lîlwa Abullah ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de Abdullah da zanîn ku Pêngava Tunekirina Terorê di 4’ê hezîrana 2020’an de li erdnîgariya ji gundewarên başûrê Hesekê li herêma Deşîşa ya nêzî sînorê Iraqê û heta sînorê herêma Baxoz a li gundewarên Dêrazorê dest pê kir. Abdullah got ku qonaxa yekemîn a pêngavê di 10’ê hezîranê de bi dawî bû.

‘Armanca pêngava biewlekirina herêmê ye’

Bi domdarî jî Abdullah ev tişt anî ziman: “Pêngav bi koordînasyona di navbera hêzên me, hêzên koalîsyonê û hêzên Iraqê dest pê kir. Armanca pêngavê ew bû ku herêmên li ser sînor bên biewlekirin, aramiya navxweyî bê xurtkirin û şêniyên herêmê ji êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ku di demên dawî de zêde bûbûn, biparêzin. Di vê çarçoveyê de hêzên me nêzî 175 km bi dirêjahî û 60 km jî bi kûrahî paqij kir. Di nava vê herêmê de zêdetirî 150 gund û bexçe hebûn.”

‘Tu ziyan negihişt hêzên me’

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Hêzên komandos û koalîsyonê bi ser 65 şaneyên DAIŞ’ê de girtin. Di encama operasyon û paqijkirinê de hêzên me 110 terorîst û kesên ku gumana têkiliyên bi şaneyan re li ser wan heye re girt. Di operasyonê de hêzên me miqdarekî çekên cuda di nav de demance, madeyên teqemenî û miqdareke mezin ji madeyên teqemenî ku bi des hatibûn çêkirin jî desteserkirin. Di operasyenekê de tîmek ji hêzên me rastî şaneyekê hat û hêzên me rewş xistin bin serweriya xwe de. Di tevahiya operasyonê de tu ziyan negihişt hêzên me.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar