Şervanên HSD’ê jinek û 14 zarokên êzidî ji nav lepên çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin
Qonaxa Şerê Tunekirina Terorê ya Pêngava Bagera Cizîrê ku şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji bo rizgarkirina bajaroka Hecînê û gundewarên wê dabû destpêkirin, berdewam e. Şervanên HSD’ê rojane bi sedan sivîlan rizgar dikin û bi sedan çeteyan jî teslîm digire. Her wiha rizgarkirina zarok û jinên êzidî jî didome.
Di vê çarçoveyê de şervanên HSD’ê jina êzidî ya bi navê Nadiya Berekat Qasim (38) ku ji Şengalê ye û 14 zarokên êzidî, di nava sivîl û malbatên çeteyan de ku ji Baxozê derdixin, rizgar kir.
Hat zanîn ku şervanên HSD’ê di nava çend saetên pêş de dê dê Nadiya Berekat Qasim û 14 zarokan êzidî radestî Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê bikin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku malbata Nadiya Berekat Qasim, malbata Hemê Şer, di serdema komkujiya Osmaniyan a li dijî gelê ermen ku di sedsala 19’emîn de pêk hatibû, nêzî hezar û 500 welatiyên ermen parastibûn. DÊRA ZOR