Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî encama operasyona li dijî çeteyên DAIŞ’ê de daxuyanî da HSD’ê ragihand ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyonên li dijî şaneyên çeteyên DAÎŞ’ê dewam dikin.
Hate ragihandin ku li gundê Wedî El Ehmed ê li bakurê Dêrazorê, Yekîneyên Antî Terorê (YAT) operasyonek li dijî çeteyên DAIŞ’ê kirin. Li gorî daxuyaniyê, di encama operasyonê de 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin. Hate ragihandin ku gelek çek, cebilxane jî hatin desteserkirin.