Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HSD’ê 2 hezar sivîl rizgar kirin

Di çarçoveya qonaxa Şerê Tunekirina Terorê de şervanên HSD’ê li gundewarên Hecînê zêdetirî 2 hezar sivîl rizgar kirin. Hat zanîn ku gelek sivîl ji ber mayinên çeteyên DAIŞ’ê birîndar bûne

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di çarçoveya qonaxa Şerê Tunekirina Terorê ya Pêngava Bagera Cizîrê de li gundewarên navçeya Hecîn a Dêrazorê derbên giran li çteyên DAIŞ’ê didin. Di heman demê de ji bo rizgarkirina sivîlên ku ji hêla çeteyên DAIŞ’ê ve weke mertalên zindî tên bikaranîn, şervanên HSD’ê korîdorên bi ewle vedikin û sivîlan rizgar dikin. Hat zanîn ku şevê din jî şervanan bi hezaran sivîl rizgar kirin.

Piraniya welatiyên herêmê yên ku ji çeteyên DAIŞ’ê direvin, zarok, jin û kalepîrin. Di  nava van koçberan de gelek welatiyên biyanî jî hene. Lê çeteyên DAIŞ’ê ji ber ku gelemperiya herêmê mayin kiriye, sivîl nikarin ji herêmê derkevin.Di heman demê de ji bo ku pêşî li çeteyan bê girtin, çeteyên DAIŞ’ê sivîlan weke mertalên zindî bikartînin. Hat zanîn ku gelek welatiyên sivîl, birîndar in.

Gelek sivîl birîndar in

Têkildarî mijarê endamê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Abdullkerîm Sifûk axivî û da zanîn ku hejmara koçberên ku ber bi herêmên wan ve tên roj bi roj zêde dibe. Sifûk got ku şervanên HSD’ê pêşde diçin û ev tişt anî ziman: “Piraniya koçberan jin û zarokin. Ji ber mayinên ku çeteyan li herêmê çandine, gelek koçber birîndar bûne. Me jî erebeyên ambulansê peyda kir û birîndar rakirin nexweşxaneyê. Sivîlên ku pêdiviyên wan ên destpêkê tên pêşwazîkirin, em derbasî Kampa Holê dikin û alîkariyê pêşkeş dikin.” DÊRAZOR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar