Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

HSD’ê 600 sivîl rizgar kirin

Şervanên HSD’ê li herêmên El Sûsê, El Şefê û Baxoz Foqaniyê zêdetirî 600 sivîl ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin û derbasî herêmên bi ewle kirin. Hewldana şervanan a rizgarkirina sivîlên ku weke mertalên zindî tên bikaranîn, didome

Qonaxa Şerê Tunekirina Terorê ya ku şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de ji bo rizgarkirina bajarokê Hecîn û gundewarên daye destpêkirin, didome. Di çarçoveya qonaxê de şervanan gelek sivîl ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.

Şevê din zêdetirî 600 sivîlên ji herêmên di bin kontrola çeteyên DAIŞ`ê de xwe gihandin herêmên di bin kontrola şervanên HSD’ê de. Şervanan jî sivîl derbasî herêmên bi ewle kirin. Der barê mijarê de endamê Meclisên Herêmî yên girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê Mihemed Silêman Osman anî ziman ku 60 sivîlên ku ji herêmên El Sûsê, El Şefê û Baxoz Foqaniyê, xwe gihandine herêmên di bin kontrola HSD’ê de.

Koçber şandin Kampa Holê

Osman got ku meclisa sivîl hemû pêdiviyên jiyanî pêşkêşî koçberan kirine û wiha dom kir: “Me hemû pêdivî û taybet pêdiviyên zivistanê yên şêniyan pêşwazî kirin. Piştre jî me koçber şandin Kampa Holê. Ji ber ku li wir dê bêhtir alîkariyê bigirin.”

Zêdetirî 2 hezar sivîl hatine rizgarkirin

Li hêla din jî şervanên HSD’ê hewl didin ku sivîlên li El Şefê, El Sûsê û gundê Ebo El Hesen ku şerên giran lê rû didin, rizgar bikin. Koçberan destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ’ê sivîlan weke mertalên zindî bikartînin. Li gorî rapora Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, heta niha 2 hezar û 200 kes hatine rizgarkirin. Ji van sivîlan 700 kes roja sêşema çûyî û 600 koçber jî duh hatin rizgarkirin. DÊRAZOR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar