Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

HSD’ê ala xwe li Baxozê daliqand

Şervanên HSD’ê piştî şer û pevçûnên giran, gundê Baxozê ku noqteya dawî ya di destê çeteyên DAIŞ’ê de bû, bi temamî rizgar kir. Bi vê yekê re jî HSD’ê dawî li serweriya DAIŞ’ê ya li Sûriyeyê anî

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji bo rizgarkirina bajaroka Hecîn a Dêrazorê û gundewarên wê, di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de qonaxa Şerê Tunekirina Terorê dabû destpêkirin. Piştî şer û pevçûnên giran, bi dehhezaran çete teslîm bûn û bi dehhezaran endamên malbata wan jî derbasî herêmên bi ewle bûn.

Şervanên HSD’ê piştî ku temamiya sivîlan ji herêmê derxistin, li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyon dabû destpêkirin. Di operasyonê de di navbera şervanan û çeteyan de şerekî dijwar qewimî. Piştî şer û pevçûnan, şervanên HSD’ê îro gundê Baxozê bi temamî rizgar kir û ala xwe li Baxozê daliqand. Bi vê yekê re jî HSD’ê serdestiya DAIŞ’ê ya li bejahiiya li Sûriyeyê bi dawî kir.

Serkeftin li hemû gelan pîroz kir

Der barê mijarê de fermandarê HSD’ê Çiya Firat û gelek fermandarên din tev li merasîma rizgarkirina Baxozê bûn. Di merasîmê de fermandar Çiya Firat axivî û wiha got: “Di serî de ez vê serkeftina dîrokî li hemû şervanan û gelê me pîroz dikim. Îro me cihê dawîn ê di deste çeteyên DAIŞ’ê de ango Baxoz jî rizgar kir û bi vê yekê re jî me hemleya xwe temam kir. Em vê serkeftinê di serî de gelên kurd û ereb, diyarî hemû gelên herêmê û cîhanê dikin.”

‘Serweriya DAIŞ’ê bi dawî bû’

Fermandar Çiya Firat wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em diyar dikin ku me dawî li hakimiyeta DAIŞ’ê ya cografîk aniye û hemleya xwe temam kiriye. Di saetên pêş de dê daxuyaniyeke berfireh ji hêla Fermandariya Giştî ya HSD’ê ve bê dayîn.”

Fermandariya Giştî ya HSD’ê dê di demên pêş de daxuyaniyê bide. DÊRAZOR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar