Navenda Nûçeyan |
Hêzên Sûriyeya Demokratîk li ser malpera xwe ya fermî diyar kir ku Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mezlûm Ebdî piştî nîvro berpirsên Wezarta Karên Derve ya Amerîkayê bi serokatiya Cîgirê Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê yê Karûbarên Rojhilata Jêrîn Ethan Goldrich pêşwazî kiriye.
Li gorî malperê, di navbera her du aliyan de civînek dirêj der barê rewşên dawî li herêmê û Sûriyeyê de hatiye lidarxistin û di civînê de şandeya amerîkî teqezî li ser girîngiya parastina peymana agirbestê li herêmê û Sûriyeyê bi giştî, her wiha berdewamkirina xebatên têkbirina dawî ya DAIŞ’ê, kir.
Her wiha herdu aliyan, zehmetiyên ewlehî û aborî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rêbazên zêdekirina destekdayîna mirovî ji bo derbaskirina bandorên şer, xurtkirina binesaziyê û aboriyê ji bo misogerkirina ewlehî û îstiqrarê, nîqaş kirin.