Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî aşkera kir

HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku ruxmî agirbesta li herêmê jî dewleta tirk û çeteyên wê êrîşên xwe yên li ser herêmê domandin. HSD’ê destnîşan kir ku di encama êrîşan de 2 şervanên wan şehîd û 3 jî birîndar bûne

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê encama şer û pevçûnên 24 saetên dawî bi raya giştîre parve kir. HSD’ê diyar kir ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê ji saetên serê sibehê ya 23’yê vê mehê ve li seranserê xeta eniyê êrîşên xwe yên bi tank, top, çekên giran, balafirên bê mirov û hejmareke zêde çeteyan domandin. HSD’ê destnîşan kir ku artêşa dagirker, ruxmê hevpeymanên agirbestê jî êrîşên giran bir ser bajarokê Eyn îsa, rêya M4 a navdewletî û kampa penaberan a li nêzî rê domandin.

Daxuyanî wiha dom kir:

ZIRGAN

* Komên çete yên artêşa dagirker li gundê Til Mihemed hewl dan bi piştevaniya çekên giran êrîşî qadên sivîlan bikin û herêmên nû dagir bikin.

TIL TEMIR

* Artêşa tirk a dagirker û komên çete bi çekên giran û balafirên bêmirov êrîşî herêmên li derdora gundên Leylan, Erîşa, Tewila û Ûm El Xêr kirin û hewl dan ku qadên nû dagir bikin. Hêzên dagirker bi awayek giran êrîşî çeperên şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryan kirin.

EYN ÎSA

* Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê piştî tevgereke giran a balafirên bêmirov, êrîşên berfireh birin ser bajaroka Eyn Îsa, gundewarên wê û rêya M4 a navdewletî. Artêşa dagirker, ruxmê rêkeftinên heyî jî êrîşên xwe yên li ser herêmên li derveyî rêkeftinê nade sekinandin. Artêşa dagirker di seet 7.00’an serê sibehê ve bi hejmarekê gelek mezin ji çeteyên xwe, bi lêdana balafirên bêmirov, topbarana tank û obus û her wiha bi gulebarana çekên giran, ji 3 milan ve êrîşî van herêman kir. Di encama êrîşan de hejmarekê sivîlan koçber bûn û hejmarek jî birîndar bûn. Hêzên me û hêzên artêşa Sûriyeyê di çarçoveya parastinê de bersiva êrîşan dan û li herêmê şerên giran qewimîn. Artêşa dagirker a tirk, bi şev jî heta sibehê tevgera xwe ya amadekariya dagirkeriyê domandin.

* Di encama êrîşên artêşa dagirker bi balafirên bêmirov û obusan de 2 hevalên me şehîd bûn 3 hevalên me jî birîndar bûn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar