HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe yên li dijî herêmê didomînin
Navenda Ragihandin û Çampemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) encamên şer û berxwedana 24 saetên dawî aşkera kir. HSD’ê da zanîn ku artêşa tirk a dagirker û komên çete li seranserê herêmê tevgera balafirên bêmirov û êrîşên çekên giran domandin.
Daxuyanî wiha dom kir:
“TIL TEMIR
* Komên çete yên ser bi artêşa dagirker ve li gundê Ûm El Kêfê bi çekên sekvanî êrîşî çeperên şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryan kirin.
EYN ÎSA
* Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê tevgera xwe ya dagirkeriyê li herêmê domandin. Artêşa dagirker bi çekên giran êrîşî gundên Xirbet Faris, Zenûba û Kefîfa ya li herêma Qiz Alî. Her wiha balafirên bê mirov ji asîmanên herêmê qut nebûn.”