Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî parve kir

HSD’ê bi daxuyaniyekê encama şer û pevçûnên 24 saetên dawî aşkera kir. Di daxuyaniyê de HSD’ê diyar kir ku hêzên dagirker tevî agirbestê jî êrîşên xwe didomînin û hêzên wan jî di çarçoveya mafê xweparastinê de bersivan didin. HSD’ê got ku di nava 24 saetên dawî de gelek çete hatin kuştin û birîndarkirin

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî şer û pevçûnên di navbera hêzên wan û hêzên dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wê yên li gundên Zirgan, Girê Spî û Kobanê daxuyaniyeke nivîskî parve kir. HSD’ê destnîşan kir ku tevî ku hêzên wan ên parastina sînor di çarçoveya rêkeftinê de derbasî rewşa parastinê bûne jî, artêşa dagirker û komên çete yên wê êrîşên xwe didomînin. HSD’ê da zanîn ku hêzên dagirker êrîşên xwe li gelek herêman berfireh kirine û hêzên wan jî di çarçoveya parastina rewa de bersiv didin.

Daxuyaniya HSD’ê wiha dom kir:

ENIYA ZIRGANÊ

* Artêşa dagirker bi 50 seyareyan li derdorê gundên Eyn El Hewa û Xirbet Cimo xwestin êrîş bibin ser çeperên hêzên hikûmeta Sûriyeyê û gundên li derveyî agirbestê û dagir bikin. Hêzên me bi armanca parastina van gundan bersiv dan êrîşan û di encamê de şer qewimî. Di encama şerê li vê herêmê û gundê Til El Werdê de hejmarekê zêde ya çeteyan hate kuştin û birîndarkirin. Her wiha wesayîteke kar hate rûxandin.

ENIYA GIRÊ SPÎ Û KOBANÊ

* Artêşa dagirker û komên çete bi hejmareke mezin û bi piştevaniya hêza hewayî li gundên Evdikê, Çariqlî û Berberiyê êrîş kirin û hewl dan herêmên nû dagir bikin. Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiva hemû êrîşan dan û di encamê şerên giran qewimîn. Li hemû eniyan êrîşên dagirkeran hatin şikandin.

* Di bersivdana hêzên me de bi dehan çete hatin kuştin û birîndarkirin.

* Her wiha di şer û pevçûnan de 5 hevalên me jî birîndar bûn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar