Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

HSD’ê bîlançoya piştî ‘agirbestê’ aşkera kir

HSD’e bi daxuyaniyekê ragihand ku tevî agirbestê jî dewleta tirk û çeteyên wê êrîşên xwe yên li dijî hêzên wan didomînin. HSD’ê diyar kir ku di encama pevçûnan de 18 çete û leşker hatine kuştin û 17 şervanên wan jî şehîd bûne

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî êrîşên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ya piştî ‘agirbestê’ daxuyaniyeke nivîskî bi raya giştî re parve kir. Di daxuyaniyê de HSD’ê destnîşan kir ku hêzên dagirker êrîşên xwe bênavber domandine.

HSD’ê diyar kir ku tevî biryara agirbestê jî artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê êrîşên xwe li seranserê xeta sînor ne rawestandine û hêzên wan jî di çarçoveya parastinê de di cih de bersiv daye van êrîşan.

Daxuyanî wiha dom kir:

SERÊKANIYÊ

* Piştî ragihandina biryara agirbestê jî artêşa tirk a dagirker hewl da bi seyareyên zirxî pêş de were û hinek taxan dagir bike. Di her hewldanên wan de hêzên me di çarçoveya parastinê de bersiv dan. Di encamê de 3 panzêr hatin derbkirin. Di şer de herî kêm 13 çete hatin kuştin û 3 jî brîndar bûn.

* Li gundê Zirganê jî artêşa dagirker xwest pêş bikeve û êrîş bir ser gund. Komên çete bi alîkariya êrîşên hewayî û topan xwestin gund bigirin. Hêzên me bi heman awayî bersiv dan êrîşan û di encamê de li herêmê şerekê giran qewimî. Di encama êrîşên hewayî de 12 hevalên me û welatiyeke sîvîl şehîd bûn û 12 hevalên me jî birîndar bûn.

* Li gundên Menacir û Aliyayê jî di encama êrîşên komên çete de pevçûn qewimîn.

QAMIŞLO

* Artêşa tirk a dagirker duh êvarê bajarê Qamişlo bi top û tankan tobparan kir. Di encama êrîşê de hevalekê me şehîd bû û 4 hevalên me jî birîndar bûn. Piştî êrîşê hêzên me bersiv dan çavkaniya êrîşê ya li baregeha Sêgirkayê. Di encama bersiva hêzên me de baregeh hat derbkirin, depoya cebilxaneyê hate teqandin û hejmarekê ji çete û leşkeran hatin kuştin.

KOBANÊ

* Artêşa tirk a dagirker û komên çete di seetên êvarê de xwestin bi awayeke veşartî bi seyareyên zirxî xwe nêzî çeperên şervanên me bikin. Li ser bersivdayîna hêzên me, seyareyeke wan hate teqandin û gelek çeteyên tê de hatin kuştin. Piştî bersivdanê komên çete cenazeyên xwe revandin û ji herêmê vekişiyan.

* Dîsa di seetên êvarê de beriya ku biryara agirbestê bikeve meriyetê, helîkoptereke artêşa dagirker xwest komên çete li herêmê deyne. Li ser bersivdayîna hêzên me helîkopter derb xwar û pişt re ket. 9 leşkerên ku 2 ji wan pîlot û 7 ên din serbaz in, di helîkopterê de hatin kuştin.

*Her wiha enqaza seyareyeke BNB’ê ku hêzên me beriya 2 rojan li herêma Şêrgiradê rûxandibûn hate dîtin. Di vê çalakiyê de jî hate zelalkirin ku 5 çete hatine kuştin.

* Bi giştî di encama şer û berxwedanê de herî kêm 18 leşker û çeteyên artêşa dagirker hatin kuştin, hejmarek zêde jî birîndar bûn.

* 17 hevalên me di vê berxwedanê de bi lehengî şer kirin û şehîd ketin û 25 hevalên me jî birîndar bûn.

* Piştî biryara agirbestê hêzên me li hemû qadên şer derbasî rewşa parastinê bûne û tu çalakî pêk ne anîne. Hemû pevçûnên ku qewimîn weke encama bersivdana hêzên me li dijî êrîşan pêş ketiye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar