HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên artêşa tirk a dagirker di 20’ê cotmehê de êrîşî gundê Menacir ê li başûrê Serêkaniyê kir. HSD’ê da zanîn ku di şer û pevçûnên li Herêma Firatê de jî 3 çete hatin kuştin, gelek çete birîndar bûn û 3 panzêr jî hatin rûxandin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyeke nivîskî encamên şer û Berxwedana Rûmetê ya roja 12’emîn aşkera kir.
Daxuyaniya HSD’ê wiha ye:
“SERÊKANIYÊ
* Artêşa tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê êrîşên xwe yên li ser herêmên agirbestê domandin.
* Di 20’ê cotmehê de komên çete yên artêşa dagirker bi piştgiriya balafirên keşfê û balafirên şer hewl dan li xetên gundê Menacir ê li başûrê Serêkaniyê û her wiha li gundewarên li rojhilatê Serêkaniyê êrîş bikin. Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bi heman awayî bersiv dan van êrîşan û di encamê de şerên demkurt qewimîn. Di van pevçûnan de 3 çete hatin kuştin, 2 seyareyên zirxî hatin îmhakirin û seyareyek jî hate derbkirin.
HERÊMA FIRATÊ
* Komên çete yên artêşa dagirker bi piştgiriya balafirên şer, balafirên keşfê û çekên giran êrîş birin ser gundên bakurê Eyn Îsa û Çelebiyê. Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiva hemû êrîşan dan. Li gundên Webdê, Kafiya û Wasta şerên giran qewimîn. Di encama bersivdana hevalên me û şerên ku qewimîn de hejmareke ji çeteyan hate kuştin û birîndarkirin.
* Di van şeran de bi kêmanî 3 çete hatin kuştin, gelek hatin birîndar kirin û 3 panzêr jî hatin rûxandin.
* Her wiha 6 rêhevalên me bi lehengî şer kirin. Zelal bû ku 9 hevalên me yên ku di demên berê de pêwendiya me bi wan re qut bûbû, şehîd bûne. Di van şer û pevçûnan de 21 hevalên me jî brîndar bûn.”