Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HSD’ê bîlançoya roja 16’emîn a Berxwedana Rûmetê aşkera kir

HSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku hêzên wan di roja 16’emîn a Berxwedana Rûmetê de derbên giran li hêzên dagirker dan. HSD’ê diyar kir ku di pevçûnan de 44 çete û leşkerên tirk ên dagirker hatin kuştin

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) encama şer û pevçûnên di navbera hêzên wan û hêzên dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wê yên roja 16’emîn a berxwedanê bi daxuyaniyeke nivîskî bi raya giştî re parve kir.

HSD’ê diyar kir ku balafirên bê mirov ên arrtêşa dagirker li seranserê xeta sînor û bi taybet li herêma Eyn Îsa û Dêrikê tevgera xwe domandin. HSD’ê da zanîn ku artêş tirk a dagirker li gelek herêman jî bi balafirên bêmirov êrîş pêk anîn.

Berdewamiya daxuyaniya HSD’ê jî wiha ye:

SERÊKANIYÊ

* Artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê bi çekên giran, wesayîtên zirxî û bi balafirên bêmirov li seranserê xeta Serêkaniyê êrîşî çeperên şervanên me yên li gundên Esediyê, Menacir, Gozeliyê, Erbeîn û Leylanê kir. Di van gundan de heya saetên êvarê şerên giran qewimîn. Artêşa dagirker li xeta gundê Menacirê zêdetirî 15 êrîşên bi balafirên keşfê pêk anîn. Di encama bersivdayîna hêzên me de 13 çete hatin kuştin, gelek çete birîndar bûn û 2 wesayît jî hatin rûxandin.

KOBANÊ û EYN ÎSA

* Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrîşên artêşa dagirker a li ser gundê Evdikê dan. Dîsa li gundê Mişrafa û bejahiya wê artêşa dagirker û komên çete bi çekên giran û seyareyên zirxî êrîş kirin. Di encama bersivên hêzên me de şerekî giran qewimî û herî kêm 31 çete hatin kuştin, gelek çete birîndar bûn, 3 wesayîtên zirxî hatin rûxandin û BMP’yek jî hate derbkirin.

* Di encama şer de bi giştî 44 çete hatin kuştin û hejmareke zêde jî birîndar bûn.

* Her wiha 3 hevalên me jî bi lehengî şer kirin û şehîd bûn û 4 jî birîndar bûn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar