Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HSD’ê bîlançoya roja 35’emîn a Berxwedana Rûmetê aşkera kir

HSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya şerê roja 35’emîn a Berxwedana Rûmetê parve kir. HSD’ê da zanîn ku dagirkeran li gelek deveran xwestin dagirkeriya xwe berfireh bikin. HSD’ê diyar kir ku di şer de 4 şervanên wan şehîd û 7 jî birîndar bûne

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê encama şer û pevçûnên di roja 35’emîn a Berxwedana Rûmetê de aşkera kir. HSD’ê diyar kir ku di roja 35’an de jî êrîşên artêşa tirk û çeteyên wê berdewam kirin û hewl dan ku dagirkeriya xwe berfireh bikin.

Daxuyaniya HSD’ê wiha dom kir:

ZIRGAN

* Komên çete yên girêdayî artêşa tirk a dagirker hewl dan ku li gundên Bab El Xêr û Ebdilheyê êrîşî herêmên sîvîlan bikin û dagirkeriya xwe berfireh bikin.

TIL TEMIR

* Komên çete bi piştevaniya êrîşên hewayî yên artêşa tirk a dagirker hewl dan ku êrîşî herêmên Rihaniyê, Qasimiyê, Erbeîn, Amiriyê, Feyseliyê, Minehir û Mehmûdiyê bikin. Hêzên dagirker li seranserê vê xetê bi balafirên bêmirov bombebaran pêk anîn û herêm bi çekên giran topbaran kir.

EYN ÎSA

* Komên çete yên girêdayî dewleta tirk bi piştgiriya êrîşên hewayî û topbarana artêşa tirk, êrîşî gundên Mesûdiye, Genteriyê û Hoşayê kirin. Dagirkeran hewl dan ku herêmên sivîlan dagir bikin. Her wiha dagirkeran xwestin bi seyareyên leşkerî nêzî herêma Xefetsalim bibin û gund dagir bikin.

* Di van êrîşan de bi giştî 4 hevalên me şehîd bûn û 7 hevalên me jî birîndar bûn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar