Şervanên HSD’ê li Girê Spî derbên giran li artêşa tirk û çeteyên wê dan. Şervanan nasname, ewraqên fermî û çanteyên leşkerên ku di şer de hatine kuştin aşkera kirin
Şer û pevçûnên di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên li seranserî sînorê rojavayê Kurdistanê berdewam in. Li hemberî êrîşên qirkirinê jî şervan di çarçoveya Berxwedana Rûmetê de bersivê didin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê, di encama pevçûnên giran de şervanan derbên giran li çeteyan û leşkerên dagirker dan. Şervanan dest danîne ser nasname, ewraqên fermî û çenteyên gelek leşkerên hatine kuştin.
Di heman demê de komên çeteyan gelek cenazeyên leşker û çeteyan li pey xwe hiştin û çûn. GIRÊ SPÎ