Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser malpera xwe ya fermî daxuyanî da û ragihand ku hêzên wan li dijî baregehên dewleta tirk a dagirker 2 çalakiyên bi bandor li dar xistine.
HSD’ê ev agahî parve kir: “Di çarçoveya bersivdana rewa li dijî êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên me û pêkanîna sûcan li dijî gelê me de hêzên me 2 çalakiyên serkeftî pêk anîn. Hêzan baregehên dewleta tirk a dagirker û nuqteyên çeteyên wê li derdora gundê Enîq El Hewa û Dawûdiyê yên Zirganê li başûrê Serêkaniyê yê dagirkirî hedef girtin. Di encamê de gelek leşkerên dagirkeriya tirk û çeteyên wê hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.”