Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

HSD’ê encama şer û berxwedana sala 2019’an aşkera kir

HSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya şer û berxwedana sala 2019’an bi raya giştî re parve kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) encama şer û berxwedana 2019’an bi daxuyaniyeke nivîskî bi raya giştî re aşkera kir.

Daxuyaniya HSD’ê wiha ye:

“Gelên rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyeyê di sala 2019’an de bi armanca parastina azadî û rûmeta xwe, pêşengiya têkoşîneke şoreşgerî ya bê hempa kir. Îro berxwedana me, bi qasî ku bi armanca parêzgeriya nirxên bingehîn ên mirovahiyê, xeteke azadîxwaz û enteryasnonalîst pêş xist, bi şerê li dijî artêşa tirk a dagirker jî pêşengiya têkoşîna neteweyî kir.

Hêzên me di sala 2019’an de rêxistina terorî ya DAIŞ’ê bi bin xist û dawî li serweriya wê ya koledar anî. Ji bo parastina aramî û ewlehiya herêmê û niştecihên wê, HSD’ê li hemberî her cure êriş, komplo, dagirkerî û terorê bi erka xwe ya parastina rewa rabû, bêyî ku didil bimîne pêk anî.

Di 23’yê adarê de li gundê Baxoz ê Dêrezorê, rêxistina terorî ya DAIŞ’ê bi temamî hate paqijkirin. Bi wî awayî serdemeke dirêj bi dawî bû û aramî li herêmê serwer bû. Di sala 2019’an de encama vî şerî û operasyonên ku hêzên me li dijî şaneyên veşartî pêk anîn wiha ye;

– Li herêma Dêrezorê, bajarokê Hecîn û derdorê wê hatin rizgarkirin.

– Di şerê 3 mehan de bi kêmanî hezar û 306 çete hatin kuştin.

– Zêdetirî 29 hezar û 600 çete û malbatên wan (Ji Iraq, Sûriye û ji her deverê cîhanê hatin binçavkirin).

– 7 hezar km2 xak ji terorê hate paqijkirin.

– Hejmareke gelekî zêde çek, cebilxane, dokuman, amûrên pêwendiyê hatin desteserkirin.

– Bi zêdetirî 40 operasyonên antî-terorê, pêşî li hejmareke hewldanên komkujî û êrîşan hatin girtin.

– Bi 4 çalakiyên li dijî şaneyên veşartî yên ser bi MÎT’a tirk ve hewldanên têkbirina aramiya herêmê vala hatin derxistin.

– Di encama van operasyon û berxwedana bidawîkirina DAIŞ’ê de 256 hevalên me bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.

Di çarçoveya plansazî û xebatên demdirêj de di navbera hêzên me, hevpeymaniya navdewletî û Amerîkayê de, hêzên me bi tevkariyeke mezin tev li operasyona serçeteyê DAIŞ’ê El Bexdadî li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê yên li Bakur û Rojavayê Sûriyeyê de bûn. Di encamê de El Bexdadî hate kuştin.

Bi bidawîkirina terora DAIŞ’ê ve artêşa tirk a dagirker êrîşên dagirkeriyê yê li ser rojavayê Kurdistanê da destpêkirin.

Artêşa tirk a dagirker û komên çete yên wê di 9’ê cotmeha 2019’an de, bi armanca dagirkirina xaka rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyeyê êrîş da destpêkirin. Dewleta dagirker bi hezaran çete, tang, çekên giran, balafirên şer û firokeyên bêmirov êrîş bir ser seranserê xeta sînorê rojavayê Kurdistanê. Di encam de bi sedhezaran sivîlên herêmê ji cîhê xwe bûn, şehîd ketin û birîndar bûn.

Artêşa dagirker bêyî ku ferq û cudahiyê bixe navberê, hemû herêmên sivîl ên li ser sînor, kirin armanc û bê ser û ber topbaran kirin.

Me jî weke HSD’ê di çarçoveya parastina rewa de bersiva van êrîşan da. Encamên şer û berxwedanê wiha ye;

– Artêşa dagirker di sala 2019’an de bi giştî 379 êrîşên hewayî yên bi drone û balafirên şer pêk anî.

– Hezar û 21 êrîşên bejahî yên bi tang, top, obus û cur bi cur çekên giran pêk anî.

– Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiva hemû êrişan da û di encam de li seranserê sînor şer rû da. Di van şeran de;

– Hezar û 534 çete û leşkerên artêşa dagirker hatin kuştin, 294 çete û leşker birîndar bûn.

– Di encama bersivdayîna hêzên me de 7 tang, 17 panzer, 11 BMP, 42 seyareyên leşkerî, 27 seyareyên leşkerî, 11 seyareyên doçkbarkirî, 2 seyareyên kar û 2 motor hatin rûxandin.

Artêşa dagirker û komên çete yên bi ser ve piştî ragihandina biryara agirbestê jî êrîşên xwe nesekinandin, rêkeftinên ku hatine çêkirin bin pê kirin û li gelek qadan êrîşên xwe yên bejahî û hewayî domandin.

– Di berxwedana li hemberî artêşa tirk de bi giştî;

– 508 hevalên me bi awayekî lehengî li ber xwe dan û şehîd bûn.

– Hezar û 547 hevalên me birîndar bûn.

– 73 hevalên me dîl ketin.

– Di encama êrîşên artêşa dagirker li ser herêmên sivîlan de zêdetirî 400 hezar sivîl koçber bûn. Her wiha di topbaran û bombebaranê de 522 sivîl şehîd bûn, 2 hezar û 757 sivîl birîndar bûn. Di nav şehîd û birîndarên sivîl de hejmareke zêde ya zarokan jî heye. Di encama van êrîşan de bajarên Serêkaniyê, Girê Spî û qada di navbera her du bajaran de hatin dagirkirin.

Yekîneyên YPJ’ê, di dirêjahiya sala 2019’an de, hem di têkoşîna li dijî terora DAIŞ’ê û hem jî ya li dijî êrişên artêşa tirk a dagirker de roleke girîng lîstin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar