Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

HSD’ê encamên Pêngava Gurzê Gelan aşkera kir

HSD'ê bi daxuyaniyekê bîlançoya Pêngava Gurzê Gelan a li dijî DAIŞ'ê aşkera kir. Hat ragihandin ku di encamê de 374 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin. HSD'ê diyar kir ku 70 jê karmendên girtîgehê bi giştî 121 karmend û şervan şehîd bûn

Navenda Nûçeyan |

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) encamên Pêngava Gurzê Gelan bi daxuyaniyeke çapemeniyê aşkera kir ku piştî êrîşa 20’ê çileyê ya DAIŞ’ê ya li ser Girtîgeha Sînaayê, hatibû destpêkirin.

Di civîna çapemeniyê de ku endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Siyamend Welat û endamê Fermandariya Giştî ya HSD’ê Mehmûd Berxwedan amade bûn, ji Fermandariya Giştî ya HSD’ê Newroz Ehmed daxuyanî da.

Plana DAIŞ’ê ew bû ku piştî zindanê êrîşî saziyên rêveberiya xweser bike

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“20’ê çileya 2022’yan saet di 19:00 de êrîşeke berfireh û plankirî ya terorîstên DAIŞ’ê li ser girtîgeha Hesekê çêbû ku bi hezaran girtiyên DAIŞ’ê lê dimînin. Gelek komên çete yên DAIŞ’ê yên xwekuj ji derve ve tev li vê êrîşê bûn. Di dema êrîşê de, destpêkê wesayîteke teqemeniyê li ber deriyê girtîgehê ya derve xwe teqand û ji 3 milan ve jî êrîşî ser girtîgehê kirin û di heman demî de jî xwestin ku kontrola girtîgehê bi dest bixin da ku hêzên HSD’ê yê ku muxadeleyê cihê êrîşê bike derbe bikin. Di heman demê de bi hezaran çeteyên di hundirê girtîgehê de jî êrîşî ser karmendên girtîgehê û ewlekariya hundirîn yê girtîgehê kirin. Her wiha qemyonek tije çek û cebilxane jî nêzî deriyê girtîgehê kirin da ku girtiyên DAIŞ’ê dema ku ji girtîgehê derkevin bikaribin xwe bi çek bikin û ger ev plana wan bimeşiya wê êrîşî Taxa Xwêran û her wiha Taxa Zixûr û hin saziyên Rêveberiya Xweser û yên leşkerî yên li herêmê bikirana. Amadekarî û planê wan li ser vî esasî bû.

Hevalên me bi lehengî bersiv dan êrîşan

Cardin ji bo piştgirî û bingeha êrîşê, li taxên wekî Xwêran û Zixûr di hindek malan de sixinaq hatibûn kolandin û bi vî awayî zemînekî ji bo serketina vê planê xwestibûn amade bikin. Lê belê di serî de şervanên parastina girtîgehê û hêzên me berxwedaniyekî bi qehremanî nîşan dan û di serî de jî hevalê Cemal Kobanê û hevalê Akîf yên ku rêveberiya ewlekariya girtîgehê bûn, bi qehremanî şer kirin û gihiştin asta şehadetê. Van hevalên me hiştin ku planê DAIŞ’ê bi sûrat û lezgîniya ku hatiye plankirin nemeşe û planê wan asteng bibe. Dûv re jî hêzên me yên HSD’ê û Asayîşê yên li herêmê bi lezgînî mûdaxele kirin û bi rêbazekî rêxistinkirî û bi sûrat girtîgeh xistin bin dorpêçê. Cardin derdora avahiyên zanîngehê yên ku bi dîwarê girtîgehê ve ye jî xistin dorpêçê. Ji ber ku di encama qulkirina dîwar de hinek DAIŞ’iyên ku ji girtîgehê reviyabûn xwe gihandibûn van avahiyan. Ji bo vê derdora wan avahiyan jî hat dorpêçkirin.

Bi operasyona Gurzê Gelan rewş ket bin kontrola me

Ji aliyê din ve jî derdora Taxa Xwêran bi giştî û taxên derdorê jî hatin kontrolkirin û piştî vê gavê êdî êrîşa dijber ji hêla hêzên me ve dest pê kir. Di çarçova pêngava bi navê Gurzê Gelan êrîşekî paqijkirinê li hember DAIŞ’ê hem li derdora girtîgehê û Hasekê û hem jî li giştî herêmên wekî Dêrezor û Reqqayê hat destpêkirin. Hêzên HSD û Asayîşê bi wêrekiyeke mezin û bi pisporî çûne ser van grubên çete yên êrîşkar û piraniyên wan hatin tunekirin û her wiha hin çeteyên ku ji girtîgehê çek bi dest xistibûn jî hatin bê bandorkirin.

Di encamê de cardin ev girtî hemû ketin bin kontrolê û derbasî girtîgehekî cuda hatin kirin. Ji bo zirar negihîje mal û canê gel û hemwelatiyên me yên li Hesekê, cardin ji ber ku DAIŞ’ê ew zarokên di girtîgehê de ji xwe re kiribûn wekî mertal, ango ji ber van her du sebeban hêzên me bi bêhnfirehî û bi hişyariyekî mezin tevgeriyan û di encam de vê yekê hişt ku hinekî wext biçe. Di encamê de ji ber qehremantiya şervanên parastina girtîgehê yên di bin fermandartiya hevalê Cemal Kobanê de li ber xwe dan û bi sûrat mûdaxelekirin û destpêkirina pêngava paqijiya Hesekê rewş kete bin kontrolê û ev plana DAIŞ’ê têk çû.

Plan berfireh bû

Bêguman ev êrîşa DAIŞ’ê ne êrîşekî ji rêzê bû. Ev êrîş di encama planekî berfireh û demdirêj de pêş ket. Li gorî belgeyên ku hatine bi dest xistin û li gorî îtîrafên berpirsiyarên çeteyên êrîşkar ên ku hatine girtin, derkete holê ku eger plana wan a li ser Girtîgeha Sînaa ya Hesekê bi ser biketana, wê hem êrîşî taxên dîtir ên Hesekê bikirana û hem jî wê li cihên wekî Hol, Şeddadê û Dêrezorê êrîşên hemwext û hewldanên planê berfireh bixistana meriyetê û bi vî awayî wê DAIŞ’ê xîlafeta xwe ya qaşo Dewleta Îslamî a Duyemîn îlan bikirana. Ango plana êrîşa li dijî Girtîgeha Sînaayê ne tenê êrîşekî lokal, an bi girtîgehê ve sînordar bû, yan jî ev êrîş ne tenê ji bo rizgarkirina çend çeteyên girtî bû. Xwestin vê bixin destpêka êrîşekî mezin li ser herêmê û carekî din terora kuştinê û demekî tarî û reş li ser gelên herêmê ferz bikin û bidine jiyandin. Lê belê ev plana DAIŞ’ê bi fiyaskoyekî mezin bi dawî bû û cardin dîmenên wekî Baxozê ku bi girseyî neçar mabûn teslîmî hêzên me bibin derketin holê û rewş bi temamî ket bin kontrolê. Hêzên HSD’ê carekî din cesaret, hişyarî û qabîliyeta xwe ya lêdanê û îradeya xwe ya serketinê bi awayekî herî xurt nîşan da û hawa û ruhekî serketinê ji bo hemû gelê herêmê da çêkirin û da îspatkirin ku layiqê hêvî û baweriya gelê xwe ye.

Çete ji Serêkaniyê û Iraqê hatin

Bêguman ev plana DAIŞ’ê berfireh bû û tenê ne êrîşekî mahallî bû. Li gorî agahiyên di destê me de û li gorî îtîrafên çeteyên êrîşkar ên ku hatine girtin, qismek ji çeteyên êrîşkar ji herêmên dagirkirî yên wekî Serêkaniyê û Til Ebiyadê hatibûn, qismek jê jî ji hêla Iraqê hatibûn taqwiyê û esas plan û koordînekirina vê êrîşê, li gorî ku hatiye tespîtkirin li derveyî sînorên Sûriyeyê hatibû çêkirin.

Berpirsyariya êrîşa DAIŞ’ê herî zêde li ser dewleta tirk e

Bêguman ev êrîşa DAIŞ’ê ji nişkê ve çênebû. Piştî serketina Baxozê ya mezin, di aliyê coxrafîk de DAIŞ tune bûbû lê belê DAIŞ xwe ji nû de ava kir û li gorî şert û mercên nû xwe birêxistin kir û her tim xwest cardin vegere hêza xwe ya berê û tirs û xofekî terorê li ser civakê û gelên herêmê çêbike. Her tim hewldanên xwe yên êrîşê hebûn û hêzên me, bi taybet li herêmên wekî Dêrezor, Reqqa û Şeddadê û li xeta sînorê Iraqê ev zêdeyî sê salan e ku têkoşînekî dijwar li hember DAIŞ’ê dimeşîne. Heger DAIŞ karîbûye heta niha xwe li ser lingan bigire û hîn dikare hêza xwe ya çalakiyan û êrîşê ava bike, ev yek ji ber xwe spartina şert û mercên siyasî digire û cardin ev yek bingeha xwe bi şiklekî dîrekt an jî endîrekt ji alîkariya hin hêzên herêmî û hin dewletan digire. Di vî alî de rola dewleta tirk a herî zêde ye. Ango berpirsiyartiya dewleta tirk a ji ber êrîşa DAIŞ’ê ya li ser Girtîgeha Sinaayê û ya ji ber berdewamkirina DAIŞ’ê, berpirsiyartiya herî zêde ye. Ji ber ku êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava û bakur û rojhilatê Suriyeyê û tehdîdên wî yên daîmî, hem moral dide DAIŞ’ê û hem jî zemînekî ku DAIŞ ji xwe re xwe bi rêxistin bike û nefes bistîne derdixe holê. Her wiha herêmên dagirkirî yên wekî Serêkaniyê û Til Ebiyadê jî zîvirîne wekî herêmên herî bi ewle û herî parastî ji bo DAIŞ’ê da ku xwe birêxistin bike û xwe perwerde bike. Jixwe hinek êrîşkarên ku di êrîşa li ser Girtîgeha Sînaayê de cih girtine, ji van herêman hatibûn. Di vî alî de berpirsiyartiya dewleta tirk heye.

Barê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê li ser HSD û Rêveberiya Xweser hiştin

Ji hêlekî din de hevkariyekî baş di navbera HSD û Hêzên Koalîsyona Navdewletî a li dijî DAIŞ’ê de heye. Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê heta astekî baş jî tê meşandin, lê belê bi taybet piştî têkçûna DAIŞ’ê ya di aliyê coxrafîk de, bi hezaran girtî û bi deh hezaran malbatên wan ên li Kampa Holê weke barekî tenê li ser HSD’ê û Rêveberiya Xweser hatin hiştin û vê êrîşa dawî jî da diyarkirin ku DAIŞ hîn xeteriyeke mezin e û ne tenê li ser ewlekariya herêmên me, her wiha xeteriyeke mezin e ji bo ewlekariya hemû cîhanê. Vê êrîşê carekî din derxiste holê ku pêwist e alîkarî û desteka cîhanî, bi taybet ê koalîsyona navdewletî yê ji bo HSD’ê û Rêveberiya Xweser, hem di aliyê leşkerî de, hem di aliyê teknîkî de û hem jî di aliyê siyasî de hîn xurtir çêbe û îhtiyacî bi vê yekê jî heye. Ev berpirsiyartî, di têkoşîn û şerê li hember DAIŞ’ê de û her wiha di çareserkirina pirsgirêkên malbatên wan de, di navbera HSD’ê, Rêveberiya Xweser û koalîsyona navdewletî de berpirsiyartiyekî mûştereke.

Kampa Holê wek bombeyekê ye ku pîmê wê hatiye kişandin

Cardin vê êrîşê da xuyakirin ku pêwist e ji bo Kampa Holê çareseriyên bingehîn bêne peydakirin ku ev kamp wekî bombeyekî ku pîmê wî hatiye kişandin e. Her wiha pêwîstî heye ku ji bo darizandina bi hezaran terorîstên DAIŞ’ê yên girtî zemînekî mahkemê yê navdewletî bê avakirin û çareserkirina van pirsgirêkan çiqasî dereng bikeve wê ewqasî DAIŞ ji vê yekê feyde bibîne.

Em spasiya gelê Hesekê dikin

Di serî de gelê me yê Hesekê bi giştî, bi erebên xwe, kurdên xwe, suryan û asuriyên xwe ve û bi taybet jî yên Taxa Xwêran, Zixûr, Neşwe û hemû taxên din ên bajar, di hundirê vê hefteya bihûrî de alîkariyekî mezin bi hêzên HSD’ê û bi hêzên Asayîşê re kirin û bajarê xwe û taxên xwe parastin û di wextê de agahiyên pêwist dane hêzên ewlekariyê û ev hefteya derbasbûyî bû mînakekî ku heger gel û şervan bi hev re bibin yek, serkeftin misoger dibe. Ev bû mînakekî balkêş a vê rastiyê. Ji bo vê yekê em ji gelê xwe yê Hesekê re li ser hişyarî, fedakarî û alîkariya wan a mezin spas dikin û em dibêjin ku gelê me yê bakur û rojhilatê Sûriyeyê hemû pêwist e li hember hemû êrîşên DAIŞ’ê û yên xeynî DAIŞ’ê asta rêxistina xwe, hişyariya xwe û xwedî derketina li taxên xwe, gund û malên xwe hîn xurtir bike û derxe asta herî jor. Dersa herî xurt ê ku em ji vê êrîşa DAIŞ’ê derxin yek jê ev e.

Cardin hêzên koalîsyona navneteweyî di pêvajoya vê hefteyê de di hundirê hemahengî û koordînasyonekî de alîkariya hêzên me kirin. Ango bi awayekî çalak hevkarî kirin û desteka xwe ya xurt nîşan dan. Ji ber vê yekê em wan spas dikin.

Em şervanên xwe hemûyan û hêzên asayîşê pîroz dikin

Cardin şervanên HSD’ê û hêzên Asayîşê fedakariyekî mezin nîşan dan û hêvî û planên DAIŞ’ê di qirika wan de hiştin û di vê oxirê de gelek şervanên me yên hêja şehîd ketin. Li ser vê bingehê em şehîdên xwe yên Pêngava Gurzê Gelan bi bîr tînin û soza xwe ya serkeftinê û parastina herêmê ji gelê xwe re cardin dubare dikin û em hemû şervan û fermandarên ku di vê pêngavê de rol leyîstine pîroz dikin.

Em bang li raya giştî û hemû hêzên eleqedar dikin û em dibêjin ku carekî din aşkera bû ku ji bo kabûsa DAIŞ’ê carekî din venegere, ji bo DAIŞ nikaribe xwe komî ser hev bike, pêwistiya alîkariyekî hîn xurtir bi HSD’ê re û xelqê bakur û rojhilatê Sûriyeyê re û bi Rêveberiya Xweser re heye. Bi qasî ku desteka siyasî, leşkeri û aborî ji bo HSD’ê û Rêveberiya Xweser zêde bibe, ewqasî zemînê rêxistinkirina DAIŞ’ê wê zeîf bibe û ewqasî wê DAIŞ lewaz bibe.

Wekî encam; DAIŞ’ê carekî din xwest ku rojên tarî û kabûsekî bîne ser xelqên herêmê û ji bo vê ji gelek zemîn û aliyan sûd wergirt lê belê qehremantî, cesaret û wêrekiya şervanên me û hişyarî û girêdana gelên herêmê carekî din bi ruhê salvegera serkeftina Kobanê, bi ruhê berxwedana Kobanê serkeftinekî din çêkirin. Em vê serkeftinê diyarî hemû gelên xwe û şehîdên xwe dikin. Di çarçova Pêngava Gurzê Gelan de hîn li herêmên wekî Dêrezor û Reqqa operasyonên me hem di asta operasyonên lokal ên li ser noqta de hem jî di asta operasyona li ser herêman de li dijî bermahî û şaneyên razayî berdewam dike.

Bîlanço

Çeteyên DAIŞ’ê di hundirê girtîgehê de 77 hevalên me yên karmend û parezvanên zindanê bi awayekî hovane şehîd xistin. Di şerê derve yê ku 7 rojan berdewam kir de jî 40  şervanên û 4 ji hemwelati me şehîd ketin. Di çarçova Pêngava Gurzê Gelan de bi giştî 121 karmend û şervanên me bi qehremantiyekî mezin şehîd ketin. Em şehîdên xwe cardin bi bîr tînin.

Hejmara kuştiyên DAIŞ’ê 374 çete ne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar