Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HSD’ê li Baxozê zêdetirî 9 hezar kes tehliye kir

Şervanên HSD’ê ji 9’ê sibatê ve zêdetirî 9 hezar sivîl li Baxozê rizgar kirin. Bi rizgarkirina sivîlên dawî re jî şervanan duh êvarê operasyona dawî li Baxozê da destpêkirin. Li gorî agahiyan, zêdetirî hezar û 500 çete li Baxozê mane û şerekî giran diqewime

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) operasyona Şerê Tunekirina Terorê ya Pêngava Bagera Cizîrê ku ji bo rizgarkirina Hecîn û gundewarên wê dabû destpêkirin, di 9’ê sibatê de bi boneya ku sivîl ji hêla DAIŞ’ê ve weke mertalên zindî tên bikaranîn, rawestandibû.  HSD’ê bi operasyonên profesyonel, gelemperiya sivîlên di destê çeteyên DAIŞ’ê de rizgar kirin. Li gorî agahiyan, ji 9’ê sibatê heta 1’ê adarê HSD’ê zêdetirî 9 hezar sivîl ku piraniya wan malbatên çeteyan û çeteyê teslîmbûyîn bûn, rizgar kirin. Bi rizgarkirina sivîlan re, şervanên HSD’ê de şeve din saet derdora 18.00’an de dest bi operasyona dawî kir.

Li gorî nûçeya rojnamegerê ANF’ê Ersîn Çaksu, li Baxozê beşeke çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî ku tehliye qebûl nekirin, mane. Tê gotin ku hejmara çeteyan nêzî hezar û 500 kesan e. Çeteyên ku nedihiştin sivîl derkevin, balkêşe ku li hemberî sivîlên di demên dawî de bêdeng bûn. Fermandarên HSD’ê da zanîn ku zêdetirî 9 hezar sivîl hatin rizgarkirin. Fermandarê HSD’ê got ku gelemperiya sivîlan ji malbatên DAIŞ’iyan pêk tê û yên din jî çeteyên birîndar û endamên ku şerê dawî qebûl nekirin pêk tê.

Çeteyên biyanî mane

Fermandarên HSD’ê da zanîn ku gelemperiya çeteyên li hundir man ji çeteyên ku bi eslê xwe ji Rojhilata Dur, komarên tirkî, welatên Ewropayê, Çeçenistan û Tirkiyeyê ne. Li kolanên Baxozê nayê zanîn ku bê ka çete taktîkeke çawa bimeşînin. Bi rizgarkirina sivîlên dawî re jî şervanên HSD’ê şevê din saet 18.00’an de operayona qedandinê da destpêkirin. Bi destpêkirina operasyonê re jî şevê din şerekî giran rû da. Di şer de çekên giran hatin bikaranîn û şervanên HSD’ê ji du baskan ve pêşde diçin. Heta niha 6 noqteyên di destê çeteyan de hatine rizgarkirin.” DÊRAZOR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar