Navenda Nûçeyan |
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku di operasyona hêzên Yekîneyên Antî Terorê (YAT) de gelek cebilxane û teqemeniyên rêxistina îstîxbaratê ya dewleta tirk (MÎT) hatine bidestxistin.
Daxuyaniya li ser mijarê wiha ye:
“Gelek cebilxane û teqemeniyên ku ji aliyê MÎT’ê ve li Til Ebyad (Girê Spî), bi armanca li herêmên ku di bin kontrola Rêveberiya Xweser de ne alozî û tevliheviyê derxe, hatibûn amadekirin, ji aliyê Yekîneyên Antî Terorê (YAT) ve di 02.09.2020’an de hatin desteserkirin. Bi wan cebilxane û teqemeniyan dixwestin li Reqqayê jî aloziyekê wekî li Dêra Zorê hatibû derxistin û negihaştibû encamê, derxin. Bi vê operasyonê ev amadekariyên MÎT’ê hatin têkbirin.
Cebilxaneya ku hat desteserkirin;
- 83 mayin
- 50 dewre
- 1 demançe
- 82 fîşekên demançeyê
- 2 dengbir
- 2 AK-47
- 8 jarjorên AK-47
- 700 fîşekên AK-47.”