Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

HSD’ê li Hesekê, Dêrazor û Reqayê dest bi operasyonek berfireh kir

HSD’ê ragihand ku di şerê 3 rojan ê li Hesekê de 175 çete hatine kuştin, girtîgeh bi temamî hatiye kontrolkirin û got ku li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê li Hesekê, Reqa û Dêra Zorê bi 10 hezar şervanan dest bi operasyoneke mezin a paqijkirinê kirine

Navenda Nûçeyan |

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser rewşa dawî ya şerê li Hesekê daxuyaniyek da û agahiyên berfireh parve kir.

Daxuyaniya Fermandariya HSD’ê wiha ye:

“Ji hêla raya giştî ve baş tê zanîn ku êrîş û gefên dewleta tirk ên li ser herêmên me bi dijwarî dewam dikin. Wekî tê zanîn beriya niha balafirên bêmirov yên dewleta tirk li Kobanê 6 ciwanên me şehîd xistibûn. Piştre jî êrîşên dewleta tirk ên li ser gundên Eyn Îsa, Zirgan û Til Temirê yên li ser sivîlan zêdetir bûn. Hêzên me li hember van êrîşan berxwedaniyeke bi bandor meşand û hem gelê me hem jî gund û bajarên me li hember van êrîşên dagirkeriyê parastin. Di demekê ku hêzên me di xetên temasê yên herêmên dagirkirî de di nava berxwedanê de ne, çeteyên DAIŞ’ê êrîşeke berfireh li ser girtîgeha Sinaa ya Hesekê pêk anîn. Ev girtîgeh, girtîgeha herî mezin a herêmê ye ku çeteyên DAIŞ’ê tê de têne girtin. Ev girtîgeh ne tenê ji bo herêmên me ji bo ewlekariya hemû cîhanê girtîgeha herî xeter e.

Ji Serêkaniyê, Til Ebyad û Iraqê 200 çeteyên xwekuj tev li êrîşê bûn

Li gor îtirafên hinek çeteyên êrîşkar ku hatine girtin, tê gotin ku di van êrîşan de herî kêm 200 çeteyên xwekûj cih girtine û hinek ji van çeteyan ji Serêkaniyê û Til Ebyadê û hinek ji wan jî ji milê Iraqê hatine û van çeteyan xwe di Taxa Xwêran de bi cih kirine. Piştî amadekariyên 6 mehan, di roja 20’ê kanûnê de, saet derdora 19:30’an, bi seyareyên bombe barkirî êrîşa ser girtîgehê pêk anîn. Bi êrîşan ve çeteyên di girtîgehê de jî êrîşê karmendên girtîgehê yên wekî tendûristî, xwarinpêj û ewlekariyê kirine û hewldana revê kirine. Der barê aqûbeta van karmendên me de hîn jî agahiyên zelal nehatine bi dest xistin. Hewldana çeteyan a revê piranî bê encam hat hiştin, lê belê hinek çeteyan karîbûn ku xwe bigihînin bînayeta Faqûlteya Îqtîsatê ya li kêlaka girtîgehê. Lê belê hêzên me derdora girtîgehê û herêmê xistin bin kontrolê. Lê esas şerê dijwar bi şaneyên ku ji derve de êrîş dikirin pêk hat. Hem li taxa Xwêran a Şerqî hem li taxa Heyî Zuxûr û hem jî li qada Panaroma pevçûnê dijwar qewimîn û heta niha piraniya van şaneyên êrîşkar hatine tasfiyekirin. Cardin li Taxa Xwêran hin sixinaqên wan ên veşartî û çekên giran ên wekî doçka jî hatine desteserkirin.

Girtîgeh di bin kontrola hêzên me de ye

Di encamê de girtîgeh niha di bin kontrola hêzên me de ye û tedbîrên pêwîst hatine girtin û hewldanên wan ê revê ji binî ve têk çûye. Ji aliyê din ve niha hêzên me kar dikin da ku di hundirê girtîgehê de jî kontrol çêkin. Lê belê em texmîn dikin ku hîna 2-3 şaneyên wan li Taxa Xwêran mabin û ji bo vê yekê li Taxa Xwêran operasyon berdewam e.

175 çete hatin kuştin

Di şerê van 2-3 rojan de zêdeyî 150 çeteyên êrîşkar û 15 çeteyên ku dixwestin ji girtîgehê birevin û bi hêzên me re ketin pevçûnê hatine kuştin. Bi giştî 175 çete hatine kuştin.

27 şervan şehîd bûn

Di şerê van 3 rojan de 27 şervanên me jî bi qehremanî şehîd bûn.

Bi tevlibûna 10 hezar şervanan operasyona paqijkirinê destpê kir

Niha rewş ketiye bin kontrolê û me dest bi operasyonekî berfireh ya paqijiyê kiriye, ango bi tevlikirina 10 hezar şervanên HSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundir ve hamleyekî dijber ê paqijkirina DAIŞ’ê em didin destpêkirin. Li hember şaneyên DAIŞ’ê yên veşartî û hewldanên wan ên tevliheviyê operasyonekî berfireh li herêmên Hesekê, Reqa û Dêrezorê hatiye destpêkirin.

Di van 3 rojan de hêzên me yên HSD’ê, her wiha hêzên asayîşê û HPC qehremantî û zîrektiyekî mezin nîşan dan. Her wiha di vê operasyonê de hêzên koalîsyona navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê jî bi hêzên me re bi awayekî çalak û hemahengiyê de cih girtine.

Spasiya xelkê Xwêran û Hesekê dikin

Her wiha gelê me yê Xwêran û yê Hesekê jî alîkariyekî mezin bi me re kir. Li ser vê yekê em gelê xwe spas dikin, lê belê hinek şaneyên DAIŞ’ê yên êrîşkar yê ku hîn hêzên me di dûv wan de ne û dixwazin bê bandor bikin hene. Ji bo vê yekê daxwaza me ew e ku di serî de gelê me yê Hesekê û hemû hemwelatiyên me, bi hêzên ewlekariyê re bibin alîkar. Hêzên me niha pir bi baldarî tevdigerin ji bo ku zirar negihîje sivîlan. Ji ber ku çete xwe di nav sivîlên Xwêran de vedişêrin û em bi baldarî û bi sebir tevger digerin da ku zirar negihîje sivîlan, mal û canê wan.

Em ê bermahiyên DAIŞ’ê têk bibin

Me wekî HSD çawa ku bi biryardarî û fedakariyekî mezin li hember DAIŞ’ê şerek mezin meşand û qaşo dewleta wê ya mezûm têk bir, hem herêmên xwe û hem jî cîhan ji bela wê rizgar kir, em di heman biryar û îradê de ne ku bermahiyên DAIŞ’ê yê mayî jî têk bibin. Em ê nîhayiyen ango bi şiklekî mayînde cîhanê ji vê belayê rizgar bikin. Biryarbûna me ev e û bersiva me li ser vê êrîşa DAIŞ’ê dê di vê çarçovê de be. Lê em pêwist dibînin ku hinek agahiyên din jî bi raya giştî re parve bikin.

Li gorî îfadeyên hinek ji van DAIŞ’iyên ku hatine girtin, berpirsiyarên wan li hêla Tirkiyeyê û li hêla herêmên dagirkirî yên wekî Serêkaniyê ne û dixwazin ber bi hêla wan ve birevin. Qismek jê jî ji hêla Ramadî yê Iraqê hatine û ev balkêş e ku di vê dema ku hêzên me bi DAIŞ’ê re mijûl dibû de li xeta Eyn Îsa hêzên dagirkeriya tirk û çeteyên wî êrîşî baregeh û mewziyên hêzên me kirin û bûn sebeba şehadeta 3 şervanên me, lê li dijî vê êrîşa wan berxwedaniyeke tund çêbû û ew êrîşa wan hat şikandin. Her wiha di xeta Til Temir û Ebû Rasênê de jî kombûn û êrîşên wan hene. Hemwextiya van êrîşan û êrîşa DAIŞ’ê ya bi hev re manîdar e. Lê belê wekî hêzên HSD’ê, me heta niha çawa ku herêmên xwe û gelê xwe bi fedakariyekî mezin li hember hemû rengên êrîşan parastiye, ji vir û şûnde jî em ê biparêzin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar