Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

HSD’ê li ser komkujiya Sefawiyê daxuyaniyek da

Fermandariya Giştî ya HSD’ê komkujiya li gundê Sefawiyê şermezar kir û bang li civaka navneteweyî kir ku binpêkirina mafên mirovan ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve bişopînin

Navenda Nûçeyan |

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî komkujiya duh a dewleta tirk a li gund Sefawiyê ya Eyn Îsa ku ji heman malbatê 4 kes qetil û dayik û keçek birîndar kirin, daxuyaniyek da.

Daxuyaniya HSD’ê wiha ye:

“Dewleta tirk a dagirker sûceke din li rêzesûcên xwe yên li dijî gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kir. Tankên dewleta tirk duh gundê Sefawiyê yê rojhilatê Eyn Îsayê yê tijî sivîl û koçberên Girê Spî, topbaran kir. Di encamê de 4 sivîl ji malbatekê şehîd bûn ku 3 ji wan zarok bûn.

Ev sûcê hov teqez dike ku dewleta tirk bi israr e ku şer û koçberkirina şêniyên herêmê yên resen bidomîne, da ku herêmên din ên Sûriyeyê dagir bike. Dewleta tirk bi vê yekê lihevkirinên berê yên bi dewletên herêmî yên têkildar re û di sêrî de Rûsya û Amerîkayê re, binpê dike.

Em vê sûcê şermezar dikin. Di heman demê de em sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan û gelê xwe re dixwazin. Em bang li hêza garantor Rûsya dikin ku berpirsyariyên xwe pêk bîne û binpêkirinên dewleta tirk rawestîne. Em piştrast dikin ku em ê mafê xwe yê parastina rewa û parastina gel û herêmên xwe li dijî wan destdirêjiyan pêk bînin. Em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî dikin ku binpêkirina mafên mirovan ji aliyê dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ve bişopînin û sûcdaran radestî dadgehên navneteweyî bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar