Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

HSD’ê nasnameya şehîdên Pêngava Gurzê Gelan aşkera kir

HSD'ê nasnameya 11 şervanên xwe aşkera kir ku 22'yê çileyê di operasyona dijî çeteyên DAIŞ'ê de li Girtîgeha Sînaayê ya Hesekê şehîd bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser malpera xwe ya fermî navên şehîdan ragihandin. Daxuyaniya HSD’ê ya li ser mijarê wiha ye:

“Ji destpêka şoreşa me ve êrîş û gefên dewleta tirk a dagirker li ser herêmên me dewam kirin û bi hevkariya hêzên navdewletî bajarên me Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hatin dagirkirin.

Dewleta tirk a dagirker her tim li pêşiya têkoşîna me ya li dijî terorê bû asteng û her tim piştgiriya terorê kir. Bi taybetî têkiliya dewleta tirk a bi DAIŞ’ê re qet qut nebû û her tim hewl da bi rêya DAIŞ’ê aramiya herêmê têk bibe, tevliheviyê derxe û bixe bin serweriya xwe.

Têkiliya rasterast a dewleta tirk bi DAIŞ’ê re careke din derket holê. Nêzî 200 çeteyên DAIŞ’ê yên piraniya wan ji herêmên dagirkirî, Serêkanîyê û Girê Spî, bi plansaziyeke berfireh êrîşî Girtîgeha Sinaayê ya Hesekê kir ku 5 hezar çeteyên DAIŞ’î lê girtî ne. Bi revandina çeteyên girtî, di serî de li Hesekê, xwestin li tevahî herêmê rê li ber qirkirin û dagirkeriyê vekin.

Çeteyên DAIŞ’ê êvara 20’ê çileyê saet derdora 19:30’an, bi seyareyên bombebarkirî êrîş ser girtîgehê pêk anîn. Bi êrîşan re çeteyên di girtîgehê de jî xwest xwe xilas bikin û birevin. Bi destwerdana lez a hêzên me ev plana wan ji destpêkê ve pêk nehat û têk çû. Di têkçûna vê êrîşê de baldariya şervanên me û berxwedana wan a li dijî çeteyên DAIŞ’ê, hem pêşî li dagirkirina herêmê girt û hem jî rê neda ku careke din xîlafeta sexte li herêmê serwer bibe. Bi vê êrîşê re di serî de dewleta tirk a dagirker, li bendê bûn ku tiştê xeyal dikirin pêk were. Lê şervanên me ew bendewariya wan di qirika wan de hişt.

Di vê berxwedanê de keç û xortên qehreman ên gelên me zîrekbûn û wêrekiyeke mezin nîşan da. Di 2 rojên destpêkê da 11 qehremanên me bi fedakarî û bi ruhê fedayî şer kir û gihîştin şehadetê. Têkoşîna wan a di vê berxwedanê de, parastina destkeftîyên şoreşê ye ku bi hezaran şehîdan hatiye bidestxistin. Em jî soza xwe careke din nû dikin ku em ê bi israr gelê xwe biparêzin û li ser şopa şehîdên xwe bimeşin.

Nasnameyên pakrewanan wiha ne:

Nasnav: Awaz Ûrmiye

Nav û paşnav: Nesrîn Ehmed

Navê dayikê: Bedîa

Navê bav: Cemîl

Cihê jidayikbûnê: Heleb

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 22’yê çileya 2022’yan

Nasnav: Cemal Xûrxûrî

Nav û paşnav: Cemal Oso

Navê dayikê: Naîle

Navê bav: Hesen

Cihê jidayikbûnê: Kobanê

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 22’yê çileya 2022’yan

Nasnav: Ehmed

Nav û paşnav: Ehmed El Nasir

Navê dayikê: Sebah

Navê bav: Gazî

Cihê jidayikbûnê: Hesekê

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 22’yê çileya 2022’yan

Nasnav: Enes Hesekê

Nav û paşnav: Sûfyan El Ehmed

Navê dayik: Meryem

Navê bav: Hemîd

Cihê jidayikbûnê: Hesekê

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 22’yê çileya 2022’yan

Nasnav: Ayaz

Nav û paşnav: Ayaz Elî

Navê dayik: Emşa

Navê bav: Hemîd

Cihê jidayikbûnê: Dêrik

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 22’yê çileya 2022’yan

Nasnav: Tolhildan Faraşîn

Nav û paşnav: Osman Osman

Navê dayik: Edla

Navê bav: Mehmûd

Cihê jidayikbûnê: Kobanê

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 22’yê çileya 2022’yan

Nasnav: Hisên

Nav û paşnav: Hisên Hesen

Navê dayik: Xedîce

Navê bav: Ebdilbaqî

Cihê jidayikbûnê: Amûdê

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 22’yê çileya 2022’yan

Nasnav: Ednan

Nav û paşnav: Ednan El Ibêd

Navê dayik: Aliya

Navê bav: Ode

Cihê jidayikbûnê: Hesekê

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 22’yê çileya 2022’yan

Nasnav: Ûmran

Nav û paşnav: Ûmran Xilêf

Navê dayikê: Zehra

Navê bav: Silêman

Cihê jidayikbûnê: Dirbêsîyê

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 22’yê çileya 2022’yan

Nav û paşnav: Lûey Hisên

Navê dayikê: Ketba

Navê bav: Ebdilhemîd

Cihê jidayikbûnê: Amûdê

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 22’yê çileya 2022’yan

Nasnav: Mîtan Qamişlo

Nav û paşnav: Mihemed Ehmed

Navê dayikê: Fethîye

Navê bav: Hisên

Cihê jidayikbûnê: Qamişlo

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 22’yê çileya 2022’yan

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar