Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HSD’ê plana Neteweyên Yekbûyî îmze kir

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), plana  hevpar a têkildarî qedexekirina girtina zarokan a leşkeriyê û parastina wan a ji şer a Neteweyên Yekbûyî (NY) îmze kir

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), plana  hevpar a têkildarî qedexekirina girtina zarokan a ji bo leşkeriyê û parastina wan a ji şer a Neteweyên Yekbûyî (NY) îmze kir. Li ser navê HSD’ê Mezlûm Abdî û Nûnera Taybet a Şêr Bi Çek û Zarokan Vîgînîa Gamba li ser navê NY beşdarî merasîma îmzeyê bûn. Merasîma îmzeyê li avahiya mezin a duyemîn a NY’yê ya li Palaîs des Natîons a li Cenevreyê hat lidarxistin.

Di merasîma îmzekirinê ya li Ofîsa Cenevre ya NY’yê pêk hat de, Nûnera Taybet a Şerê bi Çek û Zarokan a Sekretera Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Vîrgînîa Gamba, Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî, Fermandara Giştî ya YPJ’ê Newroz Ehmed û Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebid Ham El-Mihbaş amade bûn. Nûnera Taybet a Şerê bi Çek û Zarokan a Sekretera Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Vîrgînîa Gamba daxuyaniyek da û QSD bi îmzekirina peymanê re piştrast kirin ku wê bi ti awayî rê neyê dayîn ku zarok di nava şer de cih bigirin û zarokan bi çek bikin. Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ku bi îmzekirina peymanê re eger di nava hêzên wan de jêrî temenê 18 saliyê kes hebin wê bên derxistin û dîsa pêşî bi çek kirina zarokan û dîsa di nava şer de karanîna zarokan bigirin.

Nûnera Taybet a Şerê bi Çek û Zarokan a Sekretera Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Vîrgînîa Gamba destnîşan kir ku îmzekirina HSD’ê ya peyama qedexekirina biçekirina zarokan û dîsa li dijî vê derketin girîng e û got: “Îro li Sûriyeyê têkildarî parastina zarokan rojeke girîng e, her wiha destpêka qonaxeke ku hate piştrastkirin wê HSD rê nede ku di bin sêwana wê de tu zarok neyên bi çekkirin û di nava tu operasyonan de nayin erkdarkirin.”

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku îmzekirina vê peymanê di encama civînên dûr û dirêj yên di navbera rêveberên NY’yê û HSD’ê de pêk hatiye. Nûnera Taybet a NY’yê Gamba da xuyakirin ku peymana derbarê qedexekirina zarokan a biçekkirinê, dîsa guhertina helwesta aliyên şer, astengkirina binpêkirinên giran ên li hember zarokan û di warê başkirina zarokan ên ji şer pir girîng e. Bamba bang li hemû hêzên di nava rapora têkildarî şarvanên zarok ên Sekreteriya Giştî ya NY’yê de ne kir, ji bo bêçekkirina zarokan gavên pêwîst bavêjin.

Rêveberên HSD’ê spasdariyên xwe pêşkêşî NY’yê kir û got: “Rêveberiya Xweser têkildarî polîtîkayên zarokan li pişt rêveberiya NY’yê ne.” CENEVRE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar