Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

HSD’ê têkildarî nîqaşên herêma ewle daxuyanî da

Fermandariya Giştî ya HSD’ê der barê avakirina herêma ewle daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku bi şerta di bin garantoriya navneteweyî de piştgirî didin avakirina herêma ewle

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) der barê avakirina herêmeke ewle li bakur û rojhilatê Sûriyeyê ku tê nîqaşkirin daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HSD’ê diyar kir ku bi şertê di bin garantoriya navneteweyî de piştgirî didin avakirina herêma ewle û di daxuyaniyê ev tişt hatin parvekirin: “Hêzên me, Hêzên Sûriyeya Demokraîtk (HSD) ji destpêka hatiye damezirandin heya îro, di çarçoveya erka xwe ya li terora DAIŞ û rêxistinên dîtir ên tundrew de bi hevkariya Koalîsyona Navdewletî ya ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê serkêşiya wê dike, kedeke mezin dide û serkeftinên mezin bi dest xistin. Niha û  her tim, mîsyona parastina hemû pêkhateyên herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê tam bi cih tîne. Em teqez dikin ku herêmên me tekane herêm in ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê bi hev re lê dijîn, xetereya me li ser derve yan jî dewletên cîran, bi taybet jî Tirkiyeyê tune ye. Em hêvî dikin ku pê re bigihîjin lihevkirin û çareseriyê ku ewlehiya herêmên li ser sînor pêk bînin. Wek Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji bo avakirina herêma ewle li bakur û rojhilatê Sûriyeyê ku tê behskirin em amade ne destekê bidin bi şertê ku di bin garantoriya navdewletî de be ku hemû pêkhate û etnîkên herêmê ji xeteriya qirkirinêparastin û rê li ber destwerdanên derve bigire.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar