Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Huda Kaya: Dozgerî bi hefteyan ji min reviya

Siyasetmedar Huda Kaya ku hat girtin da zanîn ku bi destê darazê “xefika siyasî” lê hatiye kirin.

Parlamentera HDP’ê ya berê ya Stenbolê Huda Kaya di çarçoveya lêpirsîna Kobanê de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hatiye destpêkirin de roja 1’ê mijdarê li Balafirgeha Stenbolê dema ji bo bernameyek diçû derveyî welat, hat çavkirin. Kaya heman rojê birin edliyeyê û girtin û şandin Girtîgeha Marmarayê.

Huda Kaya destnîşan kir ku bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê “xefika siyasî” lê hatiye kirin.

Huda Kaya diyar kir ku piştî parlamenteriya wê qediyaye jî ew derketiye derveyî welat û hatiye û heke wê bixwesta bireviya wê berê bireviya û got: “Di 27’ê îlonê de wekîlê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der barê min de biryara ‘firariyê’ derxist. Ez li Stenbolê me û li navnîşana xwe ya fermî rûniştime. Ez li mala xwe me, telefona min vekirî ye lê dozgerî der barê min de biryara firariye dide. Tişta balkêş û xefk ev e.”

Kaya da zanîn ku ew li girtîgehê di odeyeke yek kesî de tê ragirtin û anî ziman ku dema wê û parêzerên xwe ev biryar bihîstie sedema vê biryarê lêkolîn kirine û îtîraz kirine. Kaya wiha berdewam kir: “Me got ku em li ku bin her kêlî dikarin îfade bidin. Me ji her du rojan carekê danûstandinê dikir. Ne ez, lê dozger bi xwe bi hefteyan ji min reviya. Helbet hatin û çûna min jî dizanin. Ez ê dîsa ji bo xebata pirtûkek jinekê ez ê derketina derveyî welat. Armanca wan ew bû ku bi gotina ‘Dema direve hat girtin’ û bi hinceta ‘gumana revê’ min dan girtin. Her ku me telefon dikir an jî dipirsî, ji me re digotin ’em ê li we vegerin’. Di dema der barê min de biryara fîrarê hebû, dozgerên cuda ji dosyeyên cuda ji bo îfadeyê bang li min kirin û heta hefteya borî jî min îfade da Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê. Li gel vê yekê jî baş e ez dipirsim; Gelo ev çi bêhiqûqî ye?”

 ‘Xefika siyasî li min hat kirin’

Kaya destnîşan kir ku bi destê darazê “xefka siyasî” li dijî wê hatiye danîn û divê hemû aliyên muxalîf li dijî vê rewşê nerazîbûn nîşan bidin û got: “Divê her kes ango aliyên muxalîf vê yekê teşhîr/eşkere bikin.”

Kaya anî ziman ku ew ê li dijî biryara girtina der barê wê de îtîrazî dadgehê bikin û got: “Ez ê giliyê dozgerê bi hefteyan ji min reviya bikim.”

Parêzera Kaya, Zîlan Leventoglû jî ku li girtîgehê çû serdana Kaya, da zanîn ku tevî hemû şert û mercên neyînî yên girtîgehê jî miwekîla bi awayek pozîtîf û bi moral li ser pêya ye. Leventoglû destnîşan kir ku biryara girtinê ya der barê miwekîla wê de bi sedem/saîkên siyasî hatiye dayîn û got: “Dema destê miwekîla min kelemçekirîbûn, dîmenên ku polîsan girtiye, bi zanebûn serwîsî medya alîgir hatiye kirin. Manşetên wek ‘Huda Kaya dema dixwest bireve’ hatin serwîskirin. Ev nûçe jî bi sûîkastên rûmeta mirovî, îthamên kirêt û îftirayan hatine çêkirin. Ev nûçe neheq û bêhiqûqî ne. Biryara girtina miwekîla min berê hatibû amadekirin. Dozgerê ku îfadeya wê nedigirt û daraz li ser çawa girtina wê xebitî ne. Dadger bêyî ku pirsan ji miwekîla min bike, wê da girtin. Em ê li dijî vê bêhiqûqiyê têkoşîna xwe û îtîrazên xwe bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar