Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Hudapar hizbulkontraya faşîzma AKP-MHP’ê ye

Serokê Giştî yê PÎK'ê Hîkmet Serbilind diyar kir ku Huda Par ku Hizbulah bi çekê li pişt disekine, di çarçoveya planekê de hate avakirin û wiha got: “Hizbulkontra (Hizbulah) a ku di salên 1990'î de bi destê dewletê li dijî Tevgera Azadiyê ya kurd hate biçekkirin, di dema desthilatdariya AKP'ê de weke projeyekê Hudapar hatiye avakirin.”

Dewleta tirk a dagirker di salên 90’î bi hizbulkontra bi hezaran kurdistanî şehîd xistin. Niha jî şefê fşaîst Erdogan bi navê hudaparê hizbulkontra jinûve bi rêxistin dike. Serokê Giştî yê Partiya Îslamî ya Kurdistanê (PÎK) Hîkmet Serbilind derbarê planên qirêj ên hizbulkontra de axivî. Serbilind diyar kir ku  ji bo tunekirina destketiyên neteweyî yên gelê kurd Hudapar avakirine. Serbilind diyar kir ku divê faktora Hudapaar û rabirdûya wê ya qirêj ji civakê re baş bê vegotin û ragihand ku desthilatdariya AKP’ê hewl dide Hizbullahê careke din tevlî nava sîstemê bike. Serbilind got, “Vê carê Huda Par ava kirin. Ev jî projeyek e. Hudapar ku Hizbulah bi çekê li pişt disekine, di çarçoveya planekê de hate avakirin. Li dijî karên ku gelê kurd ji bo mafên xwe yên neteweyî dimeşîne, projeyeke nû û xetere ye ku dewlet bi rêxistin dike. Kengî dewletê êrîş bir ser kurdan û komkujî kir, Huda Par li kêlekê sekinî. Êrîşa dewleta tirk a li ser Rojava weke êrîşa li ser DYA’yê nîşanî civakê dan. Li Rojava li dijî gelê kurd piştgirî dan DAIŞ’ê. Ciwanên kurd ên li bajarên kurdan bi rêxistin kirin şandin nava DAIŞ’ê û kirin ku li dijî gelê kurd şer bikin. Li gelek bajarên mîna Amedê piştgirî dan DAIŞ’ê. Komkujiyên ku dewleta tirk û çeteyên wê li Rojava kirin, rewa dîtin û piştgirî dan.”

Serbilind anî ziman ku dewleta tirk dema ku têkoşîna gelê kurd li dijî hebûna xwe weke metirsiyê dibîne ji bo pêşî lê bigire hin rêxistin li dijî kurdan wezîfedar kir û got, “Hudapar ev e. Siyaseta kurd beriya niha rê neda tehrîkên Huda Parê û divê rê jê re neyê dayin. Piraniya mirovên li dora Huda Parê bi rêya baweriyê hatine xapandin. Divê mirov wan hişyar bikin û nîşan bidin ku ev yek şaşitî ye. Îslam ev nîne. Mafên neteweyî di Îslamê de maf e. Ne xweî takwa ne, bêyî kirina tiştên baş mirov çawa dikare bibe xwedî takwa. Vana çi karekî baş kirine? Karê van hemû li dijî gelê kurd ê mezlûm e. Rola ku dagirkeran dane wan li Kurdistanê bi cih tînin. Li Kurdistanê dibin sedema dejenerebûneke mezin. Nirxên baweriya kevneşop a dîrokî ya Kurdistanê tine dikin. Çandê dejenere dikin. Bi navê baweriyê baweriya kurdan xera dikin. Baweriya kevneşopiya medreseyê ya li Kurdistanê tine dikin. Niha medrese radestî wan hatine kirin. Li vê derê nirxên baweriyê yên kurdan tine dikin, di heman demê de ciwanên kurd jî bi rengekî dijberê maf û daxwazên neteweyî yên kurdan mezin dikin. Ev yek xetereyeke gelekî mezin e.”

Serokê Giştî yê PÎK’ê Hîkmet Serbilind diyar kir ku Huda Par li dijî ti dewleteke dagirker helwest nîşan nedaye û anî ziman ku divê civaka kurd vê yekê bibîne. Serbilind got, “Berê digotin ew li dijî PKK’ê şer dikin. PKK tevgereke mezin a neteweyî ye. Hêzeke ku li dijî dewletan şer dike. Madem hûn bawer dikin ku xwedî wê hêzê ne ku dikarin li hemberî PKK’ê şer bikin, wê demê we çima li hemberî dewleta Kemalîst şer nekirin ku hûn jê re dibêjin kafir e û zalim e. Rojeke bi tenê jî hûn li dijî dewleta ku hûn jê re kafir dibêjin, we şer kirin? Huda Par li Kurdistanê bi roleke xetere radibe. Li Başûr jî bi çend partiyên di bin kontrola Îxwaniyan de ne li gorî berjewendiyên Îranê tevdigerin. Di çarçoveya projeyekê tevdigere ku tevahiya Kurdistanê eleqedar dike. Li Rojava jî bi hemû çeteyên di bin kontrola dewleta tirk de ne, di nava têkiliyê de ye. Bi wan çeteyan re ne ku li dijî gelê kurd ê mezlûm şer dikin, komkujiyan dikin. Bi rastî jî dijminatiyê li gelê kurd dikin û bi vê armancê tevdigerin. Divê Kurdên Misilman van baş nas bikin; li gorî Îslamê şer tenê ji bo parastina mirovên bêguneh tê kirin. Nasnameya mezlûman nayê pirsîn. kurd hezar û 400 sal in Misilman in. Yên ku herî zêde dilsozê ol in, kurd in. Bi navê Îslamê timî hatine xapandin. Bila Misilmanên kurd vê baş zanibin û li hemberî van helwestê nîşan bidin. Huda Par ji bo dijminatiyê li gelê kurd bike hatiye avakirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar