Di demekê de ku desthilata Tirkiyeyê propagandaya “vegera bi dilxwazî” ya penaberên ji Sûriyeyê dike, rêxistina Human Rights Watch (HRW) di raporeke xwe de aşkera kir ku Enqereyê di navbera mehên sibat û tîrmeha 2022`yan de bi sedan mêr û ciwanên sûrî yên penaber destgîr kirin û ew dersînorî Sûriyeyê kirin.
Hin sûriyeyiyên hatine dersînorkirin ji HRW`ê re got rayedarên tirk ew ji malên wan, cihên karên wan û ji kolanan destgîr kirin, ew di şert û mercên xirab de ragirtî, li piraniya wan dan û heqaret lê kirin. Her wiha destnîşan kirin ku ew neçar kirin ku formên vegera bi dilxwazî îmze bikin, piştre ew birin deverên li ser sînorê Bakur ê Sûriyeyê û di bin gefa çekê de ew neçarî derbasbûnê kirin.
Lêkolînvana mafên penaberan a Human Rights Watch Nadiye Hardmen got: “Desthilata Tirkiyeyê bi sedan penaberên sûriyeyî, di nav de zarokên ku xwediyên wan pê re tune ne, destgîr kirin û ew neçarî vegera li bakurê Sûriyeyê kirin. Bi vê yekê qanûnên navneteweyî binpê kirin.”
Hemwextî hewldanên dagirkeriya tirk a nêzîkbûna bi hikûmeta Şamê re, Erdogan ragihand ku ew niyet dike milyonek penaber li deverên bakurê Sûriyeyê yên ne di bin serweriya hikûmeta Şamê de bi cih bike.
Di projeya Erdogan de 13 herêmên dagirkirî hene, di serî de jî Ezaz, Cerablus, Bab yên bakurê Helebê, Girê Spî û Serêkaniyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ev yek bi hevkariya qaşo meclisên herêmî yên girêdayî çeteyên dagirkeriyê li wan herêman tê kirin.
Li wan herêman rewşa ewlehiyê aloz e û komên çete li ser parvekirina rêyên qaçaxçîtiyê û milkên şêniyên resen ên herêmê yên bi darê zorê hatin koçberkirin, şer û nakokî hene. Li aliyê din jî kiryarên tundî û destdirêjiya li djiî sivîlên wan herêman heye, ev yek nîşan dide ku ew herêm ne ewle ne.
Penaberên ku ber bi bakurê Sûriyeyê ve hatine dersînorkirin, got: “Em neçar kirin ku formên li navendên dersînorkirinê yan jî li ser sînorê Sûriyê îmze bikin. Rayedaran rê neda me ku em forman bixwînin û şîrove nekirin ka naveroka wan çi ye. Lê me hemûyan fêm kir ku form razîbûna me ya ji bo vegera dilxwazî ji bo Sûriyeyê piştrast dikin. Berpirsan beşek ji formê ku bi erebî hatibû nivîsîn, bi destê xwe nixumand. Rayedarên van navendên dersînorkirinê bi heman awayî bi sûriyên din re jî dan û standinê dikin.”
Her wiha gelek penaberan jî got wan dîtiye rayedarên tirk li hinek zilamên din daye, ji ber ku wan di destpêkê de red kiriye ku îmze bikin. Ji bo vê yekê jî wan hîs kiriye ku çareyek din nemaye. Du zilamên ku li navendeke dersînorkirinê ya li Edeneyê hatibûn girtin, got du rê li pêşiya wan hatin danîn ku ew jî yan îmzekirina formê û vegera Sûriyeyê be, yan jî salekê girtina wan. Her duyan jî ji ber ku nikarîbûn salekê bên ragirtin û hewcedariya wan xwedîkirina malbatên wan hebû, veger hilbijart.
Di 2 salên dawîn de êrîşên nîjadperest û dijberî biyaniyan, bi taybetî sûriyeyan, zêde bûn. Di 11`ê tebaxa 2021`an de komên tirkan êrîşî cihên kar û malên sûriyeyan ên li taxeke Enqereyê kiribû.
Piraniya penaberên sûriyeyî di serdegirtina cihên kar û malan de yên destgîrkirin. Penaber dibêjin ew ji ber gilî yan îdiayên bêbingeh ên cîranan an xwediyên kar, tên destgîrkirin.
Li kêleka van kiryarên nîjadperestiyê, li navendên dersînorkirinê jî li penaberan didin û heqaretê lê dikin.
Human Rights Watch diyar ku Tirkiye neçar e peyman û qanûnên navneteweyî pêk bîne û rêzê ji dersînornekirina bi zorê re bigire, ku li gorî wê nabe tu kesek ji bo cihekî ku tê de xetereya zordestî, îşkencekirin, dan û standina xirab an gefa li ser jiyanê dibîne, bi darê zorê bê vegerandin.
HRW’ê di dawiya rapora xwe de got: “Divê Tirkiye xelkê neçar neke ku vegerin cihên ku lê zirarên mezin dibînin, divê rêzê li hember mafên sereke yên hemû sûriyeyiyan bigire, divê penaberên ku li cihekî kar dikin û li bajarekî din navên xwe qeyd kirine, dersînor neke.”