Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Hûn ‎hêviya pêşerojê diyar dikin û diparêzin’

Kongra Star, bi daxûyaniyekê 10′emîn salvegera damezrandina YPJ′ê pîroz kir û ec tişt got: “Hûn ‎hêviya pêşerojê diyar dikin û diparêzin.”

Kongra Star bi minasebeta slavegera 10′emîn a damezrandina YPJ′ê peyama pîrozbahiyê weşand.

Di peyamê de hat gotin ku jinên xwedawend, afrîner, kedkar, berhemdar, avaker û xwediyê ‎mîraseke dîrokî ya avakirina pergala civakîbûyînê her çiqasî rastî hemû cûreyên tundî û qirkirinê tê jî, lê tu carî jî dev ji çanda avakirin, parastin û pêşxistinê ‎bernedane.

Di peyamê de bal li ser rola jinên têkoşer ên di dîrokê de pêşengî kirine hat kişandin û wiha dom kir: “Neviyên wan ên ku xwe bi fikr û felsefeya Rêber Apo bi rêxistin kirin, ji bo ‎azadîxwzekê/î da ku li hemberî zincîra koletiyê û dagirkeriyê tê bikoşin û biçirînin û têk bibin serî hilda.

Çanda berxwedan û fedatiyê ku di zîndanan û ‎qadên berxwedanê de hat bipêşxistin, heya roja me ya îro berdewam dike. Bi ‎destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û bi rêxistikirina civakê re, daxwazî û ‎pêwîstiya parastina nirxên şoreşê erk û perpirsiyariyek dîrokî ket ser ‎milê keç û xortan. Li ser birêxistinbûna bingehîn a parastinê da ku zihniyeta ‎dagirkeriyê têk bibin, weke yekîne xwe birêxistin kirin û li ber xwe dan. Li ser çanda ‎berxwedan, bawerî û hêzdayînê bi hezaran jinan li beramberî ‎zihiniyeta dewlet-netewe, komên çeteyan û DAIŞ′ê şer kir û destanên qehremanî û ‎lehengiyê di rûbelên dîroka jinan de nivîsandin.

Bi îdeolojiya rizgarkirina jinan ‎ku Rêber Apo diyarî jinan kirî îro li her deverekê jin li ber xwe didin. Slogana (Jin ‎Jiyan Azadî) ku ji Şoreşa Rojava dest pê kir, li rojhilatê Kurdistanê û Îranê û hemû ‎deveran deng vedide û veguheriye slogana tevahî cîhanê. Bi fikr û ‎felsefeya jiyanê ya Rêber Apo bi hezaran jin li ber xwe didin û çanda xwedawendiyê ‎zindî dikin û diyarî mirovahiyê dikin. Bi pêşengtiya jina azad ku hiştî bi sedan jinên ‎ji hemû neteweyan berê xwe bidin şoreşa Rojava û cihê xwe di nava refên YPJ′ê de ‎bigirin û dîroka jinan ji nû ve zindî bikin û pergala xwe ya xweseriyê di her qadên jiyanê de biparêzin, di avakirina sîstema ‎Rêveberiya Xweser de tacîdar bikin.

Em bi rêzdarî bejina xwe li beramberî pakrewan û xwedawendên ‎azadiyê ditewînin û bi bîr tînin û berxwedana pîroz silav dikin. Em asta berxwedana ‎xwe bilind bikin, da ku daxwazên pakrewanan pêk bînin, bi yek hişmendî û ruhê ‎berxwedanê em bi hev re pergala Îmralî hilweşînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ‎misoger bikin û nirxên xwe yên civakîbûyînê biparêzin.‎

Carek din di salvegera 10′emîn a damezrandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ku ‎rastî rojbûna rêberê mirovahiyê û afrînerê felsefeya jiyana azad  ( Jin ‎Jiyan Azadî ) Abdullah Ocalan tê, pîroz dikin û berxwedana we silav dikin. Hûn ‎hêviya pêşerojê diyar dikin û diparêzin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar