Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Hûn ji hestiyên zarokên me çi dixwazin?’

Polîsên dewleta tirk li Geverê di nava 2 salan de 6 caran êrîşî goristanan kir. Di her carê de jî gor hatin rûxandin. Dayika Suleyman Aksu ku di êrîşa DAIŞ’ê ya li Pirsûsê de hatibû qetilkirin, Kurdret Aksu bi girî wiha bang dike: “Hûn ji hestiyên mirovekî çi dixwazin? Ev çi kîn e? Em dixwazin raya giştî dengê me bibihîse.”

Ciwanên kurd ê şoreşger Suleyman Aksu di 20’ê tîrmeha sala 2015’an de di teqîna DAIŞ’ê ya li Pirsûs a Rihayê de jiyana xwe ji dest da. Dewleta tirk ku diviyabû berpirsyarên Komkujiya Pirsûsê bigirin û bidarizînin, di her firsendê de êrîşî malbatên qurbaniyan û gorên wan kir. Her wiha Îsmaîl Dere jî di şerê li dijî DAIŞ’ê de li rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da.  Gora Aksu, Dere û gelek kesên din heta niha gelek caran ji hêla polîsên dewleta tirk ve hatine rûxandin. Malbatên Aksu û Dere têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi Fethî Balaman re axivîn.

Dayika Aksu, Kudret Aksu li ber gora kurê xwe rûnişt û qala rûxandina gora kurê xwe kir. Dayika Kudret diyar kir ku wê kurê xwe di nava şert û mercên zehmet de mezin kir û wiha domand: “Dema ku ji zarokên Kobanê re pêlîstok dibirin, hatin qetilkirin. Gorê ku hevalên kurê min û xwendekaran çêkirin heta niha 6 caran hatiye rûxandin.”

6 caran hatiye rûxandin

Dayika Kurdret ku li ber gora kurê xwe digiriya, pirsa ‘ev tiştekî çawa ye?’ kir û wiha domand: “Hestiyên mirovekî dikare çi bi we bike? DAIŞ’ê kurê min qetil kir. Mala ku kurê min çêkir bi darikek niftikê şewitandin. Ew mamosteyek bû. Xwendekarên wî hebûn. Gora wî ku rojê ez 3 caran ziyaret dikim û lê dinihêrim. Ev bû 6 caran ku tê rûxandin. Ji bo rûxandinê bila tenê ji min re hincetekî bibêjin.”

Di berdewamê de jî dayika Kurdret got ku piştî her êrîşê gora kurê xwe çê dike û wiha derbirî: “Kevir li ser kevirî nehiştibûn. Weke malbatê me careke din gora wî çê kir. Êdî bes e. Ev kîneke çawa ye? Bila hemû raya giştî vê êrîşê bibîne. Ev tiştek asayî û ji rêzê nîne.”

Rûxandina goran ‘wehşet e’

Şervanê bi navê Îsmaîl Dere jî di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê yê li rojavayê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest da. Dayika Dere, Naciye Dere jî rûxandina gorên zarokên xwe weke ‘wehşet’ pênase kir û wiha pê de çû: “Ez nêzî kurê xwe, bi teneya serê xwe rûdinim. Mala min di êrîşa tîmên taybet de hate rûxandin. Bi alîkariya şêniyên taxê, min mala xwe çê kir. Ez ê li vir bijîm. Dema ez bimirim jî ez ê li gel kurê xwe û hevalên wî bim.”

Dayika Naciye wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez bang li hemû mirovahiyê dikim ku li dijî êrîşên ser gorên zarokên me, hestiyar bin. Êdî beden û hişê me van tiştên ku bi serê min tînin, ranake. Divê êrîşkar li dadgehan bên darizandin û hesabê bidin. Ji bo vê jî divê raya giştî deng bide.” COLEMÊRG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar