PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

‘Hûn me binçav bikin jî û bikujin jî em ê werin vir’

Çalakiya nobetê ya malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de li ber Girtîgeha Gebzeyê carek din hat astengkirin. Malbatan bertek nîşanî polîsan da û wiha gotin: “Hûn me binçav jî bikin û bikujin jî em ê werin.”

Malbatên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne ji bo piştevaniyê di roja 20’emîn de xwestin li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê çalakiya nobetê li dar bixin û carek din polîsan ew asteng kir. Nûner û endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) a Stenbolê, Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), Jinên Ciwan ên Azad (OGK) û Weqfa Lêkolînên Çand-Huner û Perwerdehiy Zanista Estetîk (BEKSAV) jî destek dan malbatan.

Malbat û beşdarvan li ber avahiya HDP’ê ya Gebzeyê li hev kom bûn û xwestin biçin ber girtîgehê. Polîsan pêşiya malbatan girt. Malbat û polîsan nîqaş kirin. Malbatan bertek nîşanî polîsan da û wiha gotin: “Em ji bo zarokên xwe li vir in. Hûn çidikin bikin em ê dest ji çalakiya xwe bernedin.” Malbatan çalakiya rûniştinê li dar xist.

Polîsên ku malbatan dorpêç kir û got ku heke malbat çalakiya xwe dewam bikin dê wan binçav bikin. Malbatan jî wiha got: “Heta parêzerên me neyên em ê ranebin. Heke hûn binçav jî dikin bikin. Hûn me li vir jî dikujin bikujin.”

Polîsan mudaxeleyî malbatan kir û her kesî bi zorê rakir ser piya. Malbatan bertek nîşanî polîsan da û vegeriyan avahiya HDP’ê. Malbatan got dê sibê jî çalakiya xwe berdewam bikin. KOCAELÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar