Kovara xêzeromanê ya bi kurdî Zrîng ku mehane weşan dikir û ji ber vîrûsa koronayê navber dabû weşana xwe, bûyereke grîng û xemgîn xêz kir. Kovarê, 261 cenazeyên di kanûna 2017’an de ji Goristana Xerzanê hatin derxistin û birin Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê û pişt re ku li Goristana Kilyosa Stenbolê di qûtiyên plastîk de di bin peyarêyê de hatibûn veşartin xêz kir.
Di karîkatûrê de Zrîngê de dayikek kurd a ku xwe li ser peyarêya cenaze di bin de ye çêmandiye û peyarêyê maç dike hatiye xêzkirin. Di karîkatûr de wiha tê gotin: “Hûn min li ku veşêrin jî, dayika min dê min bibîne.” AMED