Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Salı - 26 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Hûn nikarin Roja me tarî bikin

Ji destpêka Meclîsa Tirkiyeyê ya îsal ve bang û teşebbusên Bahçelî û Erdogan ên derbarê neçareserkirina pirsgirêka kurd di rojevê de ye. Ev teşebusên ne bixêr piştî hevdîtina wan pêş ket û bi taybet bi rêya çapemeniya şerê taybet wekî mîladeke hate ravekirin. Rêveberên KCK’ê û PKK’ê destpêkê ev mijar bi hişyarî pêşwazî kirin û weke parçeyeke konsepta şer a li dijî gelê kurd şîrovekirin. Roj bi roj niyeta wan jî diyar bû û rastî derket hole. Neçarin û di siyaseta înkar û îmhayê de xitimîne. Her hefteyê roja sêşemê, di cîvînên koma partiyên meclîsê de, mijara Bahçelî heman babete, bang û hewldana xwe de israr dike. Siyaseta demokratîk pêşî şaş ma, ji bangekî bi vê rengî ji Bahçelî li bendê nebûn, Alîkarê Serokê Meclîsê yê DEM Partî Sirri Sureya Onder spasî li Bahçelî û Erdogan kir, ji ber ku careke din bi hewldanan pirsgirêka kurd tê nîqaş kirin. Lê mijar tenê nîqaş û bangkirinê çareser nabe.

Belê, ya ku rastiyê diyar dike muxatabê din a vê meseleyê ye. Yanê gelê kurd û Rêberê xwe û Tevgera Leşkerî û Siyasî yê xwe ye. Gelê kurd dibêje, muxatab jî rêya çareserî jî Rêber Apo ye deriyên Îmraliyê vekin. Bersiv zelal e, îcar şerê psîkolojîk a dagirkeriya tirkiyê bi ser neket, lê mecbûr man vê planê bidomînin.

Elbet Pêngava Ji bo Rêber Apo re Azadî yê Cîhanî di sala duyem de her bandortir û çalaktir dewam dike. Ji bo şikandina tecrîdê û azadiya fizîkî yê Rêber Apo, çalakî û pêşketinên pêngavê hem saziyên Yekitiya Ewropayê, komplogerên navneteweyî û hem jî di astekê de dewleta tirk tengav kiriye. Lewma neçar man 23’yê cotmehê li Îmraliyê hevdîtina malbatî pêk were. Di hevdîtinê de peyam net û zelal bû.

Rêber Apo got: Tecrîd tewam dike…

Ev ji bo gelê kurd û dostan peyamek bû, Tecrîd êşkence ye, pergala tinekirinê ya bi dem e. Rêber Apo ji ber vê yekê balkişand planên dewleta tirk ku dixwaze hebûna wî li hember gelê kurd û tevgera wê bikarbîne. Her wiha destê çareseriyê jî dirêj kir û xwest bingeha siyasî û qanûnî yê pêvajoyeke çareseriyê bê avêtin. An go ji gelê xwe û tevgera xwe re got: Tecrîd didome, nekevin xefletê. Ji bo bingeha siyasî û qanûnî yê pêvajoyekê çareseriyê bê avêtin têkoşînê û rêxistinbûnê her xurttir bikin, zêdetir bixebitin. Bahçelî hê jî heman bangan dike, lê Rêber Apo muxatab nagirin, heman bangan dikin lê li dijî PKK’ê tasfiye û plana Tamîlan de israr dikin. Niyeta wan diyare, hewl didin di nav bera pêkhateyên Tevgera Azadiya Kurdistanê de nakokiyê derxînin. Mejiyê civakê bi vê planê şêlû bikin û bi mijûlkirinê re jî firsendên ji bo kurdan derketine bi erzanî xwe jê xelas bikin.

Lê tecrubeya 50 salan a tevgera azadiyê li hember van proje û lîstikên dagirkeriyê hilneweşiya. Niha dixwazin sebra sînorên kurdan biceribînin. Çi bi destê wan hat kirin, niha neçariyê de ne û ber bi herikîna avê diçin. Lewma êdî sînorên sebra gelê kurd diceribînin, pîvanên exlaqê dixin bazara qirêj. Hebûn û jiyana Rêber Apo dixin rojevê û bi vê mebestê jî peyaman didin gelê kurd. Bi rêbaz û zimanê şerê psîkolojîk û bi manîpulasyonê dikarin civaka xwe ya çêker bixapînin. Lê divê ev desthilat ji bîr neke, jiyan û hebûna Rêber Apo ji bo gelê kurd sedema şer û aştiyê ye.

Divê desthilata AKP-MHP’ê hêrs û dilsoziya gelê kurd a Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin; ji bîr neke. Ji ber ku cîhaneke beyî Rêber Apo, ji bo dagirkeran wê bibe dojeh.

Nûçeyên Têkildar