Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Hûn nikarin vîna gel desteser bikin’

Navenda Nûçeyan |

Rêxistina HDP’ê ya Amedê bi boneya salvegera yekemîn a tayînkirina qeyûman ser şardariyên Amed, Wan û Mêrdînê li Kolana Lîseyê ya li miqabilî Şaredariya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Rêveber, parlamenterên HDP’ê, aktîvîstên TJA’yê û nûnerên rêxistinên civakî beşdarî daxuyaniyê bûn. Polîsan daxuyanî dorpêç kir û pankarta “Qeyûm dizîkirina îradeya gel e” desteser kirin.

Berdevka Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Halîme Bayram daxuyanî xwend û wiha got: “Di 19’ê Tebaxa 2019’an de carek din vîna gel desteser kirin. Em li dijî vê rejîma faşîst berxwedan û têkoşîna xwe didomînin. Dibe hûn avahiyên şaredariyan desteser bikin lê hûn qet nikarin vîna gel desteser bikin. Carek din vîna gel nehat nasîn. Em carek din destnîşan dikin ku em bi vê hişmendiya xwedî derketina vîna gel li cem xelkê xwe ne.”

Bayram piştî daxuyaniyê nameya Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli yê girtî xwend.

Piştî xwendina nameyê Hevşaredarê Yenîşehîrê Mehmet Devîren, Hevşaredarê Sûrê Cemal Ozdemîr, Hevşaredarê Peyasê Davût Kesen ku ji wezîfeyê hatin girtin û qeyûm tayînî şûna wan kirin derbarê nelirêtiya qeyûman de agahiyan dan.

‘Dijminatiya jinan dikin’

Di dawiyê de Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel axivî û diyar kir ku polîtîkaya tayînkirina qeyûman di heman demê de polîtîkaya dijminantiya jinan e.

Piştî axaftina Guzel daxuyanî bi lêdana çepikan û berzkirina diûrşman bi dawî bû.

Rêxistinên HDP’ê li navçeya Licê û Erxenî yên Amedê jî têkildarî tayînkirina qeyûman daxûyanî dan çapemeniyê û tayînkirina qeyûman şermezar kirin.

Cizîr

HDP’ê bi boneya salvegera yekemîn a tayînkirina qeyûman bi dirûşma ‘Em tev bi hev re li vîna xwe xwedî derkevin’ li ber rêxistina HDP’ê ya Cizîrê daxuyanî da çapemeniyê.  Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz, parlementerên HDP’ê yên herêmê, hevşaredarên HDP’ê yên navçeyan endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla endama Meclisa Şaredariya Cizîrê Mesut Ûckac ve hat xwendin.

‘Hûn nikarin vîna me desteser bikin’

Ûckac da zanîn ku bi awayên bêhiqûqî şaredariyên wan hatin desteserkirin û şaredariyên wan xizmeta gel dikirin û wiha got: “Em wekî gelê ku demokrasî, wekhevî û azadiyê dixwazin, li hemberî vê feraseta faşîzmê berxwedana xwe didomînin. Hûn dikarin avahiyên şaredariyê bi darê zorê desteser bikin lê hûn ê tu carî nikarin vîna vî gelî hildin bin destê xwe. Bi vê hişmendiyê, em hemû hilbijartiyên navçeya Cizîrê careke din didin nîşandan ku em bi gelê xwe re ne.”

Mêrdîn

Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê jî li dijî tayînkirina qeyûman daxuyanî dan çapemeniyê û hêrsa li dijî qeyûman nîşan dan. Li vir jî hat gotin ku dê tu kes nikaribe vîna gel desteser bike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar