PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

‘Hûn nikarin vîna gelê Cizîrê teslîm bigirin’

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bertek nîşanî dayînkirina qeyûm a Şaredariya Cizîrê da û wiha got: “Gel dê xwedî vîna xwe derkeve. Ne pêkan e ku hûn vîna gelê Cizîrê teslîm bigirin.”

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven û şandeya pê re serdanên xwe yên li Rihayê dewam dikin. Guven û şandeya pê re, duh li bajêr Rêxistinên Civaka Sivîl ziyaret kirin û çûbûn serdana malbatên endamên partiyê yên di 21’ê Cotmehê de hatibûn girtin. Şandeya HDP’ê, di ketina avahiya HDP’ê ya Pirsûsê de, ji aliyê rêveberên partiyê ve hatin pêşwazîkirin. Guven li vê derê axaftinek kurt kir û bertek nîşanî tayînakirina qeyûm a Şaredariya Cizîrê dan û wiha got: “Vî gelî tu carî li hemberî we serî ne tewandiye, dê tu carî netewîne.”

Guven da zanîn ku bi qeyûman hewl didin berxwedana gel bişikîn in û wiha domand: “Gelê Cizîrê li cih û warê Mem û Zinê, tim li ber xwe daye û bi vî awayî derbasî dîrokê bûye. Hûn çi dikin bikin, ev gel wê dîsa xwedî vîna xwe derkeve. Ne pêkan e ku vîna gelê Cizîrê bê teslîm girtin. Tayînkirina qeyûman û polîtîkayên li wir bi rêve dibin, bêçareseriya wan nîşan dide. Hewl didin bi zilma li kurdan dikin, xwe li ser pêyan bigirin.”

Her wiha piştre Guven û şandeya pê re Kooperatîfa Jinan a ji aliyê Şaredariya Pirsûsê ve hat avakirin, ziyaret kirin. RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar