Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Huner; dengê şoreşa Rojava ye

Hunermendan hunera xwe wek amûreke têkoşîn û berxwedanê li dijî dagirkeriya tirk bi kar anî, çawa ku pêwîstiya şervanan bi çek heye da ku li ber xwe bidin, her wiha hunermend bi hunera xwe tê dikoşin û xwedî hêz in.

Di şoreşên gelan de huner qadeke girîng a têkoşînê ye, li Rojava jî huner roleke mezin di şoreşê de lîst û bala hemû pêkhateyên civakê kişand.

Huner bi pêşketina şoreşê re bi pêş ket ku rewşa gelên herêmê vedibêje, şoreşê rave dike, bûyerên wê belge dike, êşên wê tîne ziman û şehîdên wê bi bîr tîne. Her wiha roleke mezin di parastina coşa şoreşê de lîst. Wêneyek li ser têkoşîn û rizgariyê pêşkêş kir ku armanca herî bilind a ku şoreşa 19`ê Tîrmehê li ser bingeha wê dest pê kiriye.

Di vê dawiyê de gelek hunermend stranên nû pêşkêş kirin ku tê de rastiya dijminê xwînvexwar aşkera dikin. Yek ji wan berheman stran û kilîpa “Serêkaniyê û Avaşîn” a Hunergeha Welat e, ku ji aliyê şêniyên herêmê ve hat ecibandin nexasim piştî ku bi awayekî berfireh li ser medyaya civakî belav bû.

Hunergeha Welat ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan strana ‘Serok’ ji nû ve saz kir ku ji aliyê Koma Agirî ya Helebê ve di sala 1991’an de, hatibû derxistin.

Her wiha komeke hunermendên kurd kilîpek bi navê “Destana PKK’ê” derxist. Kilîp destana Tevgera Azadiya Kurdistanê û têkoşîna wê vedibêje, ku ji aliyê Koma Awazên Çiya, TEV-ÇAND, Komîna Fîlm a Rojava û Saziya Pargînê ve hat çêkirin.

Her wiha Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan kilîpeke nû ya bi navê “Baraye” derxist. Di kilîpê de piştgiriya serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” ya rojhilatê Kurdistanê hat nîşandan.

Gel rêya berxwedanê hilbijart

Hunermend Sîpan Xelat helwestên destanî yên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker silav kirin û got: “Me bertekeke xurt a birûmet û berxwedaneke bêhempa li hember van êrîşan dît.”

Sîpan Xelat diyar kir ku hewl didin bi rêya stran, şano, fîlm, govend, helbest û hemû cureyên din ên hunerê, sûcên dewleta tirk a dagirker ên li dijî gelê herêmê aşkera bikin û balê bikişînin ser berxwedana gel û şervanan.

Dixwazin çand û nasnameya me winda bikin

Sîpan bang li hunermend û rewşenbîran kir ku sûcên dewleta tirk a dagirker ên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aşkera bikin û wiha got: “Ev êrîş ne tenê di vê dema niha de ne, ji berê de li dijî me êrîş tên kirin, dixwazin çand û nasnameya me winda bikin. Ji ber wê divê em bi hemû rêbazan hewl bidin siyasetên wan têk bibin, erka hunermendan e ku rastiya dagirkeriyê û êrîşên wê aşkera bikin.”

Her wiha, endama rêveber a Tevgera Hîlala Zêrîn a Kantona Qamişlo Rûken Mihemed destnîşan kir ku dewleta tirk a dagirker hewl dide çandên li Rojava qir bike ku Til Helef û deverên dîrokî dagir kirin û got: “Timayên wê bêdawî ne, em jî bi rêya saziyên xwe yên civakî, rewşenbîrî û hunerî hewl didin destkeftiyên gelê xwe biparêzin û sûcên dewleta tirk a dagirker aşkera bikin.”

Em stranan li ser şoreşê amade dikin

Têkildarî mijarê, hunermend û hevseroka Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sumeye Mihemed da zanîn ku ew stranan li ser şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şoreşa jinan, serhildana gel, bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve li çiyayên Kurdistanê û Serêkaniyê û li ser Rêber Abdullah Ocalan, amade dikin.

Em ê di demeke nêz de stranan pêşkêş bikin

Sumeye wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê berxwedana gel a ji 7 salî heta 70 saliyê bidin pêş. Em deyndarên vê berxwedanê ne, çand û huner neynika civakê ne û divê civak rastiya vî xuya bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar