Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Huner gotineke bedew û xwedî pirwate ye’

Navenda Nûçeyan |

Mamosteya çand û hunerê Barîn Reşo (19) li bajarê Hesekê ye. Reşo têkildarî xebatên xwe û girîngiya çand û hunerê ji Jinnewsê re axivî. Reşo dibêje ku ew ne tenê ji bo nirxên neteweyekê, ji bo nirxên hemû neteweyên bindest têdikoşin.

Barîn Reşo diyar kir ku ew weke rêveber û mamosteyekî, xebatên koma govend û erbaneyê dimeşîne û wiha got: “Helbet zehmetiyên ku em dikişînin hene. Carna derfetên me têrê nakin û perwerde kêm e. Lê tevî van astengiyan jî em karê xwe didomînin. Ji ber ku em hêza xwe ji hunerê digirin. Piraniya ciwanan di şert û mercên dijwar de li ber xwe didin.  Berxwedana me, hunerê bi me dide hezkirin. Hewla min ew e ku şagirtan bigihînim û kemana xwe pêş bixim. Huner ji bo min bûye evîn. Min di strana Kitanê de cih girtû govendgerim. Cara yekemîn bû ku bi tena serê xwe min govend geran. Ji bo min taybet bû û cihê keyfxweşiyê bû.”

Bi domdarî jî Reşo destnîşan kir ku divê her kurdek ji bo ziman têbikoşe û wiha domand: “Ciwanên Rojava di mile xwendinê de pir zîrek in. Niha jî em ji bo ziman şer dikin da ku bi zimanê xwe hemû karan bikin û kurdî bidin jiyandin. Ciwan bi têkoşînê pêş dikevin. Ji ber vê yekê hemû tişt ji bo me bi wate ye. Em ji bo xweşikbûna jiyanê hewl didin. Huner jî bi xweşikbûna jiyanê bihêz e.”

‘Huner gotineke bedew û xwedî pir wate ye’

Herî dawî jî Barîn Reşo ev tişt anî ziman: “Huner gotineke bedew e û xwedî pirwate ye. Dîmeneke xweşik ê bûyerên ku li dora mirov di qewimin e. Divê em ne tenê rastiyê bi rastiyê biafirînin, divê em bi xwe xeyalên xwe bikin rastî. Gelek kesên zana ji destpêka dîrokê de fêrî hunere bûne û gelek nerîn û dibistanên wan hebûne. Wateya hunermend ew e ku xwedan şiyariya têgihîna xwe ya dîtbarî ji tiştan re veguhêze materyaleke zexm. Hin ji wan jî hunerê wekî tişta ku afirandî yan bijarte ji bo jêhatîbûna xwe ji bo derbirîn û bijartina ezmûna mirov di çarçoveya pergaleke taybet a wateya hunerê de vedigirin. Ji bo hunera mirovahiyê  bi hemû rengên xwe bê dîtin.” HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar