Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Hunera dayîka xwe ji pişaftinê diparêze

Dirûn û neqiş pîşeyek û hunerek ji hunerên ku bi salan e jin didin jiyankirin e. Ji wan cihan yek ê ku  wê hunerê didin jiyîn taxa Şêxmeqsûde. Jinên taxê hunera dirûn û neqişê ji bişaftinê diparêzin.

Gelek jinên taxa Şêxmeqsûd a Helebê hunêrê destan ên ji dapîr û dayîkên xwe girtîne diparêzin. Yek ji wan jinan jî şêniya bi navê Cîhan Hemo ya 49 salî ye. Cîhan Hemo ji gundê Berko ya girêdayî navçeya Mabata ya Efrînê ye.

Cîhan di zarokatiya xwe de ji xwendinê û çûyîna dibistanê mehrûm bû. Ji ber vê yekê hunera dîrokî ya karê destan û neqişkirina cilan fêr bû.

Cîhan niha pembo didirû û morikan bi kefiyên Kurdan ve dike. Her wiha neqşa kevn a bi navê “Qenewîç” ku tenteneyên ser maseyan, televîzyonan û balîfan çêdike.

Karê wê yê destan û taybet pêxistina morîkan bi kefiyan ve, li piraniya herêmên mîna Heleb, Efrînê, Cizîrê û Firatê, heta Lubnan, Almanya, Tirkiyê û Şamê belav bû. Ji ber tenê ew bikaranîna ser kefiyan baş dizane.

Cîhan ne tenê karê destan dike, şitilgeheke wê biçûk di mala wê de heye û gelek cureyên şênkayî û gulan tê de diçîne.

Her wiha Cîhan parastina parçeyên şûnwarî ku dayîkan berê bikar dianî dike. Cîhan parastina bermahiyên ji amûrên şer dike, da ku bibin şahidên şer.

Tevî rewşên şer ku şêniyên taxa Şêxmeqsûd rastî bombebaran û dorpêçê hatin lê Cîhanê dev ji pîşeyên xwe berneda. Li karê xwe yên pîşeyî xwarin ji eniyên şer û birîndaran re amade dikir.

Cîhanê wiha got: “Ez li tiştên hunerên destan û komkirina amûrên şûnwar geriyam. Ji ber girêdana min a bi edet û kevneşopiyan ve di destpêkê de ji bo xwedîkirina malbata xwe min kar kir û di demên şerê taxê de jî min karê xwe ranewestand.”

Cîhan Hemo di dawiya axaftina xwe de tekez kir pîşeyên ku fêr bûye ji adet û kevneşopên ku ji dayîka xwe girtiye û bi armanca jiyandina çandê û vejînkirin wê karê xwe dewam dike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar