PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Hunermend Benlî: Min nedikarî li dijî zilma ser gelê xwe bêdeng bimînim

Hunermend Erkan Benlî di sala 2015’an de ji bo konserekê ji Stenbolê çû Nisêbîn a Mêrdînê û demekê li Nisêbînê ma. Dema li Nisêbînê, gelek konser li dar xistin. Lê belê piştî di sala 2016’an de qedexeya derketina derve hate ragihandin û Benlî li wir asê ma. Di 26’ê gulana 2016’an de perçeyên şarapnelê li Benlî ketin û birîndar bû. Bi birîndarî jî hate binçavkirin û piştre hate girtin. 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê jî cezayê muebeta giran û 20 sal û 3 meh ceza li Benlî birîn. Benlî demekê li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ma, piştre şandin Girtîgeha Tîpa T a Tokatê û niha jî li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê tê girtin. Benlî têkildarî tiştên ku jiyane nameyek ji MA’yê re şand.

Benlî diyar kir ku li Ebex a Wanê ji dayik bûye û wiha domand: “Dibistana seretayî, navîn û lîseyê min li Wanê xwendin. Piştre jî min berê xwe da rojavayê Tirkiyeyê. Malbata me hinek feodal û oldar bû. Di dema lîseyê de çûm rojavayê Tirkiyeyê. Wê demê min fêm kir ku peragal perwerdehiyê ya heyî, mirovan xêvokî dike. Helbet ev nêrînek e. Lewma dixwazim wekî rexneyeke bê fêmkirin. Mecbûr mam dev ji dibistanê berdim. Di wê saziyê de hema bêje xeyalên min ên jiyanê pir kêm bûn.

Radyoya Erîwanê

Rojekê ez û bavê xwe çûbûn navçeyê. Wê demê hêj biçûk bûm. Radyoyek ji min re kirîbû. Wê demê MP3, amûrên muzîkê yên bi vî rengî tunebûn. Ji xwe amûra teknolojiyê ya ku min ewilî bi kar aniye jî qumandaya televîzyonê ye. Li pişt gundê me zinarekî mezin hebû. Radyo tenê li wir dikişand. Rojekê çawabû nizanim lê li leqayî freqanseke kurdî hatim. Freqansa radyoyeke kurdî ku weşana wê li Ermenistanê bû. Paşê hîn bûm ku Radyoya Êrîvanê ye. Pir kêfxweş bûm. Hema bêje her êvarê diçûm ser wî zinarî û min stranên kurdî guhdar dikirin. Êdî hêdî hêdî navê hunermendan hîn dibûm. Qerapetê Xaço, Sûsika Simo, Şakiro, Miradê Kinê, Şeroyê Biro hwd. Bi taybetî jî cîhaneke ruhî ya Şeroyê Biro pir cuda bû. Her wiha Miradê Kinê jî bi dengê xwe karekterên cuda dida der. Miroven pir hêja bûn. Pir bandor li min dikirin. Bi vî awayî hînî stranên dengbêjiyê bûm. Her ku diçû min ew ji ber dikirin û bi vî awayî repertûareke min a dorfireh çêbû. Piştre hêdî hêdî min dest bi strînê kir. Paşê li gor perspektîfeke zanistî di warê teroriyê de li ser muzîkê lêhûr bûm.

‘Li ser gelê me êrîş hebûn û diviya ez jî daxil bûbûma’

Di Adara 2013’an de li Kolana Îstîklalê ya Beyogluyê min dest bi muzîkê kir. Bi muzîka li kuçeyê re girseyeke min çêbû. Dema li kuçeyan distriyam, tenê armanceke min hebû. Ew jî stranên şoreşê yên kurdî bûn û bawerim bi ser ketim jî. Ji xwe paşê kom di warê nirxên etîk de çeql bû. Piştî min dev ji komê berda, xebata min a ewil, klîba min ‘Kobanê’ bû. Dû re min klîba strana ‘Bûka Bavê Min’ çêkir. Pişt re jî min dest bi xebatên albûmeke pirdengî kir. Di sala 2015’an de, saleke pevçûnî bû û li ser gelê me êrîşên mezin hebûn. Diviya ez jî daxilî wê pêvajoyê bibûma.

‘Li herêmê her tim zilm heye’

Li herêmê her tim çewisandin û zilm heye. Li dijî zilma li ser gelê me, ez dibêm berteka min a bi vî rengî a herî rast e. Ji bo mirov pêşerojê baş biafirîne divê mirov dema niha rast û bi dilêrî binirxîne. Ev berpirsyariyeke me ya şoreşgerî ye ku divê liser esasê vê rastiyê mirov li ser pirsgirêkan hûr bibe. Gelê me di rewşeke wiha de ji bo ku ji dîrokê neyê vemaliştin û ji bo nîşaneyên lanetiyî yên li ser xwe biavêje, ketiye nava parastin û berxwedaneke bêhempa.

‘Em bi qasî kumekê axê jî bimînin dê hêza xwe jê bigirin’

Li girtîgehan pêvajoya dermankirinê cuda ye. 4 sal in tedawiya min bi dermanan dewam dike. Wisa xuyaye ez ê emeliyat nebim. Çimkî dibe ku milê min ê rastê zirarê bibîne. Wê heya demekê dirêj wekî mêvanekî nevexwendî di milê min de bimîne. Di warê fikrî û ruhî de pir baş im. Her çar aliyên me dîwar û beton in. Helbet em bêriya axê û şênahiyê dikin. Ne şaş bim di mîtolojiyê de behsa qehramenekî bi navê ‘Anteûs’ tê kirin. Hêleke qels a Anteûs heye. Ji bo Anteûs têk bê biçe divê lingê wî temasî axê nebe. Herkulê ku kesayetiya çîna serdest vedibêje, radibe Anteûs bilind dike û pêwendiya wî ya bi axê re qut dike û bi vî awayî Anteûs têk diçe. Yanî tişta dixwazim bêjim, mirov hêza xwe ji axa xwe digire. Girtîgeh mirovan ji axê dûr dixin û dixwazin mirovan bêhêz bikin. Lê tiştekî ku van efendiyan ji bîr kiriye û nabînin heye. Em ax in û ax em in. Laş ax e û em û axê pev re ne. Em bi qasî kumek ax jî bimînin em ê hêza xwe jê bigirin.

Bang li ciwanan kir

Ji roja ku hatime girtin heta niha tiştek neguheriye. Berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê ciwanan. Hêla herî dînamîk a civakê ciwan in. Divê ciwantiyeke ku di bin kevneşopiya fermî de neeciqe, hebe. Bi kurt û kurmancî dikarim van tiştan bêjim. Silav û rêz ji bo gelê me yê mazlûm û çîlekêş. Silav û hezkirin ji bo heval û hogiran.”  STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar