PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Hunermend Benlî qala Nisêbînê kir: Me heta dawiyê li ber xwe da

Di 14’ê adara sala 2016’an de li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê qedexeya derketina kolanan hate ragihandin. Beşeke qedexeyê di 25’ê tîrmeha sala 2016’an de hate rakirin û di 21’ê nîsana sala 2018’an de jî temamiya qedexeyê hate rakirin. Pêvajoya qedexeya li Nisêbînê weke ‘Sendroma Nisêbînê’ di rûpelên dîrokê de cih girt. Di vê pêvajoyê de şerekî giran li navçeyê qewimî û Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) di 26’ê gulana 2016’an de bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên xwe ji navçeyê vekişandine. Piştre 17 jê zarok, bi giştî 70 kesên ji bajêr hatin derxistin hatin binçavkirin. Di dema binçavkirinê de rastî îşkeceyeke pir mezin hatin. Ji welatiyan 70 jê piştre jî hatin girtin.

Di dosyayên Doza Nisêbînê de her 70 girtî bi îdiaya kuştina 69 polîs, leşker û cerdevanan û bi birîndarkirina 528 hêzên ewlekariyê tên darizandin. YPS’ê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku di şer de 51 endamên wan jiyana xwe ji dest dane. Cenazeyên hinek YPS’iyan jî piştî bi salan, nû radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyên hinek endaman jî li goristanên bêkesan hatibûn definkirin û malbat li benda cenazeyên zarokên xwe ne. Bi ser girtina 70 kesan re 4 sal derbas bûn. Ji bo ji kesên hatine girtin 44’an jê cezayên herî giran hatin birîn. Di pêvajoya darizandinê de Medya Çinar û Sîraç Yuksek di çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de çalakiya fedaî kirin û jiyana xwe ji dest dan. Çinar û Yuksek di girtekên li pey xwe hiştin de jî qala rêveberiya xweser dikirin. Her wiha di hemû danişînan de helwesta hevpar a girtiyên Doza Nisêbînê wiha bû: “Em dixwazin bi gelê xwe re di welateke azad û wekhev de bijîn. Xweseriya demokratîk ne sûc, mafê me ye.”

Nameya hunermend Erkan Benlî

Yek ji girtiyên ji Doza Nisêbînê jî hunermend Erkan Benlî ye ku niha li Girtîgeha Tîpa T a Bafra ya Samsunê tê girtin e. Benlî bi boneya salvegera roja ji bajêr hatine derxistin, ji MA’yê re nameyek şand û berxwedana Nisêbînê vegot. Nameya Benlî wiha ye:

“Ji ber nivîsandina nameyan gelek caran cezayê hucreyê li min birîn. Ji bo ku ev nameya min di Komîsyona Xwendina Nameyan a Girtîgehê re derbas bibe û bigihije cihê xwe, hewl didim bi baldarî binivîsînim. Ji ber vê min şêwazekê hîn asan tercîh kir.

Piştî ewqas êşên hatin jiyîn, çavê hemû kesan li Mutabaqata Dolmabahçeyê ya di sala 2013’an de bû. Bi vê mutabaqatê re qanûn û çarçoveya çareseriyê hatibûn temamkirin. Li gorî vê yekê, di çarçoveya qanûnekê bingehîn a demokratîk de, dê ji bo kurdan statuya xweser a demokratîk bihata dayîn. Lê daîreya şerê taybet û mekanîzmaya lobiyê ku ji hikûmeta AKP’ê bi hêztir bûn, ev pêvajo xirab kirin. Bûyerên di navbera 14’ê adarê û 26’ê gulana 2016’an de rû dan, ji bo destkeftiyên hatibûn qezenckirin, bûn sedama hilweşandineke mezin. Ligel ewqas ked û hewldanên ji bo aştiyê jî, hesreta mezin a gelên kurd û tirk a aştiyê dîsa bi cih nehatibûn.

Sedemên destpêkirina berxwedana xwerêveberiyan

Di muzakereyên heya niha hatin kirin de encamek derneket holê. Weke netew êdî me nedikarî em vê muameleyê û bêcidiyetbûnê qebûl bikin. Êdî dema avakirin û bi xwe rêveberinê hatibû. Di vê çarçoveyê de gel li hin bajaran rêveberiya xwe îlan kir. Piştre meclisên gel ragihandin ku dê ji vir û şûn de dewletê nas nekin, bi rêveberiya xwe ya xweser re xwe bi xwe birêve bibin û ger mudaxale bihata kirin jî dê hêza xwe ya parastina çewherî bi kar bianiya. Bi zext û êrîşên mezin bersiv dan vê daxwaza demokratîk a gelê me. Rêxistina ciwanên şoreşger ku xwedî satuyek qanûnî bû li dijî van êrîşan ket nava liv û tevgerê. Di nava ciwanên şoreşger û hêzên leşkerî de pevçûn rû dan. Ev pevçûn dewam kirin. Piştre ciwanên şoreşger Yekîneya Parastina Sivîl (YPS) ava kir. Me di vê çarçoveyê de têkoşîna demokrasiyê da û rêbaza xwe ya xwebirêvebirinê esas girt.

Me heta dawiyê li ber xwe da

Beriya pevçûna 73 rojan dewam kir, biryar hat dayîn ku em paşve vekişin. Li wê derê hem sivîl û hem jî hevalên me yên birîndar ên di dorpêçê de mabûn hebûn. Em hemû birîndar bûn. Ji ber ku birînên me giran bûn, me nekarî em paşve vekişin. Tax hatibûn dorpêçkirin. Ji dûr ve çeken giran dihatin bikaranîn. Pîvana me ya parastina rewa wiha bû; heke hêza herî mezin a cîhanê di destê me de be jî em êrîşî tu kesî nakin lê belê heke hêza herî mezin a cîhanê êrîşî me bike jî em ê heta dawiyê xwe biparêzin. Me jî wisa kir û heta dawiyê li ber xwe da. Piştre jî em hatin girtin. Hefteyekê em di lêpirsînê de man. Îşkenceyên gelek giran li me hemûyan kirin. Ji ewil darizandineke giştî çêbû. Lê darizandineke adilane çênebû. Di darizandinê de pirsgirêka egoya dozger, dadger û parêzaran pir bala me dikişand. Dîsa di îdianameyên hatin amedekirin de hemû bûyer avêtin ser me. Ger gotin di cih de be bi derewan îdianameyên me amedekirin. Parêzeran encex tenê karîn di çarçoveya qanûnan de parastina me bikin. Me jî li gorî paradîgmayê parastina xwe dikir. Di bingeha zanistan parastina me kir de, heqîqet hebû.

Ji bo çand û hunerê akademîbûyîn girîng e

Xeyala min her gav ew bû ku di qada çand û hunerê de sazîbûneke civakî çêbibe. Her çiqas ji qada pratîkê dûr bim jî, bi eşqeke mezin hewl didim tiştekî hilberînim. Di nava 4 salên girtîgehê de hilberîna min dom kir. Li gorî min ji bo çand û hunerê akademîbûyîn girîng e. Agirgehên Zerdûştiyan, Bexçeyên Ronahiyê yên Manî, dibistanên felsefeyê yên Îyoniyan ên ber peravên Egeyê, keşîşxaneyên xiristiyanan ên quntarên çiyayan, medreseyan, zanîngehên azad ên şoreşger, dîsa Dibistanên Frankfurt ên di roja me de modern ev mîrate bi cih anîn. Gelek tişt kirin. Bûn sedem ku hunermend di nava civakî de bibin mînak. Sazî û hevalên me yên vê xebata akademiyê bi rêve dibin hene. Ez ji li gorî vê tevdigerim. Min li girtîgehê heta niha sê stran nivîsandine. Di demên dawî de jî li ser xebatên nivîsandinê lêhûr dibim.

‘Heta ku girse bi propagandayê neyên jehrîkirin, nabin alîgirên şer’

Gotineke Eînsteîn heye ku jê pir hez dikim. Dibêje; ‘Heta ku girse bi propagandayê neyên jehrîkirin, nabin alîgirên şer.’ Ji bo avakirina aştiyeke civakî, rolê kevir ê quncikê civak bi cih tîne. Ev rojeva vîrûsê heta bêje piştevaniyê û yekitiyê li me ferz dike. Ew mafê hemû civakan heye ku ziman û çanda xwe bi hev re bijîn. Bi rastî jî tebeqeyeke ku nezaniya gel bi kar tîne heye. Ji vê beşê re Olîgarşî tê gotin. Ev beş aştiya civakî ji bo sermayeya xwe tim asteng dike. Ligel van hemûyan jî li pêşiya me serdemeke demokrasiyê heye. Wê demek wekhev û bê kedxwarî pêş bikeve. Ez hêvî dikim ku ev ji bo gelên Rojhilata Navîn dê bibe sedama jiyaneke xweş û azad. Di heman demê de ji bo we jî spasiyên xwe pêşkêş dikim û hezkirinên xwe diyar dikim.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar