Hunermend Kadîr Çat ku li Bazîdê di mîtînga HDP’ê de derkete ser dikê, piştî mîtîngê hate binçavkirin
Di çarçoveya xebatên hilbijartina rêveberiyên herêmî ku dê di 31’ê adarê de bê lidarxistin, bi tevlêbûna hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, li navçeya Bazîd a Agiriyê mîtîngek hate lidarxistin. Piştî axaftina siyasetmedaran, hunermend Kadîr Çat derket ser dikê û stranên xwe pêşkeşî beşdarên mîtîngê kir.
Bi bidawîbûna mîtîngê re jî hunermend Çat ji hêla polîsan ve hate binçavkirin. Hate ragihandin ku polîsan hunermend Çat ji bo wergirtina îfadeyê birine midûriyeta emniyetê. AGIRÎ