Hunermendê gelêrî Ebduqadir Hesen ê bi navê Hafizê Kor tê naskirin duh li navçeya Pirsûsa Rihayê çû ser dilovaniya xwe.
Hunermend Hafizê Kor li taxa Kaniya Kurdan a ji bajarê Kobanê di sala 1940`î de jidayik bûye û her ji herdu çavên xwe kor e. Hafizê bi gelek hunermendên kurd ên weke Baqî Xido, Mihemed Doman û Mişo Bikabor re xebitî ye.
Li gorî tê gotin ku Ebdulqadir Elî bi eslê xwe ji Yemenê ye. Bavê wî koçî Tirkiyeyê kiriye û piştre jî derbasî Kobanê bûye.
Ebduqadir bi strana xwe yên gelerî (Eman berin esker berin ) navdar bû û her wiha gelek stran, çîrokên gelêrî weke Derwêşê Evdî, Siyamend û Xecê, Hisên Bek Zelî û Dilo digot.
Hafizê Kor di salên xwe yên dawîn de li navçeya Pirsûsê ya bakurê Kurdistanê jiyana xwe dewam kir. Piştî jiyana xwe ji dest da, li gundê Ziyaret ê rojhilatê Pirsûsê hate veşartin. KOBANÊ