Hunermend Mîkaîl Aslan li Wanê konser li dar xist. Temaşevanan eleqeyek mezin nîşanî konserê dan. Aslan stranên xwe yên kevn û nû gotin
Hunermend Mîkaîl Aslan bi organîzasyona Navenda Çand û Hunerê ya Uvercînka li Wanê konser li dar xist. Konser li Salona Konferansê ya Şanoya Dewletê pêk hat û şêniyên Wanê eleqeyek mezin nîşan dan. Aslan ji albûmên xwe yên kevn û albûma nû stranên bi zaravayên kirmanckî û kurmancî stran gotin.
Aslan di navbera konsere de axaftin kirin û bal kişand ser girîngiya zimanê dayikê. Aslan da zanîn ku zaravayê kirmanckî yê kurdî bi tunebûnê re rû bi rû ye û wiha got: “Bila li ser vê axê zimanekî din nemire.”
Aslan konsera xwe bi strana “Elqajiye” û “Nînna” bi dawî kir. WAN