Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Salı - 27 Ağustos 2024

Hunermend, rewşenbîr û akademîsyenên Fransayê piştgiriya grevê kirin

Hunermend, rewşenbîr û lîstikvanên Fransayî jî di nav de 40 kesî li dijî qanûna teqawîtbûnê banga xwedîderketina li berxwedana çalakvanên grevê kirin ku ji 5’ê Kanûnê ve li ber xwe didin

Edoûard Loûîs, Annîe Ernaûx oû Jean-Marîe Bîgard jî di nav de nêzî 40 nivîskar, akademîsyenan diyar kirin ku divê piştgiriya çalakiyên ji 5’ê Kanûnê ve pêk tên bê kirin. Rewşenbîran destnîşan kirin ku rêyên hesinî nirxê hevpar ê Fransayê ye û divê bê parastin.

Rewşenbîr ji bloga Medîapartê re axivîn û gotin, “Em bi çalakgerên grevê yên RATP û SNCF re ne.”

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Çalakgerên grevê nirxên me yên hevpar diparêzin. Mafê teqawîtbûnê rewşeke nîne ku bi îmzeya patronan hatiye bidestxistin, lê belê destketiyeke ku bi têkoşîna mezinên me hatiye bidestxistin. Hikumet li şûna 42 pêkanînên heyî dixwaze derbasî sîstema pûanê bibe.

Ji bo gelek ji me wê teqawîtî li ser destketiyên me yên tevahiya jiyana kar di asta herî nizm de bê hesabkirin. Destketiya me ya 25 salan wê neyê hesabkirin.

Grev ji bo hikumetê dibe barekî giran. Ji bo em karibin sîstema heyî ya teqawîtiyê biparêzin divê berxwedan dewam bike. Em; kesên ku bang dikin bi banga sendîkayan em ê alîkariya aborî jî bikin.”

Rewşenbîran bi bîr xistin ku divê grevên 1968 û 1995’an neyên jibîrkirin û destnîşan kirin ku piştevaniya cîranan û hevalên kar planên hikumetê têk birin.

Rewşenbîran ragihandin ku wê di 28’ê Kanûnê û 9’ê Çileyê de beşdarî çalakiyên şermezarkirinê bibin. PARÎS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar