Hunermend Nasir Rezazî êrîşên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê şermezar kir û wiha got: “Ez ji ber van êrîşan gelek xemgînim. Divê hizbên kurdî berjewendiyên hizbayetî nedin pêşiya yên neteweyî. Kurd bi yekitiya xwe dikarin dagirkeriyê rawestînin.”
Li başûrê Kurdistanê gelek derdorên welatparêz ji êrîşên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê acizin. Ji siyasetmedaran heta rêxistinên civaka sivîl, ji gel heta hunermandan derdoreke berfireh li dijî van êrîşan bi berteke û dixwazin ku pêşî li êrîşên dewleta tirk bê girtin. Yek ji van hunermendan jî Nasir Rezazî ye. Rezazî bertek nîşanî êrîşên dewleta tirk dan.
Hunermend Nasir Rezazî diyar kir ku ew ji ber rewşa heyî gelek xemgîne û êrîşa dewleta tirk a li ser başûrê Kurdistanê jî şermezar kir. Rezazî di berdewamê de jî wiha got: “Ji ber bêxemiya me ya li hemberî dagirkeran û neyekgirtina me ev rewş diqewime.”
Dubendiya di nava kurdan de
Nasir Rezazî anî ziman ku divê hizbên başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriyê xwedî yekdeng û yekhelwest bin û wiha dom kir: “Ger ev dubendiya dinava hizbên kurdistanî de bidawî bibe, emê rastî karesatên mezin neyên. Ger em bihevre xebat nekin jî, divê em dijbertiya hevdu jî nekin. Ji berku ev ne cara yekeme li dijî hevalên PKK’ê û xelkê bê guneh van êrîşan dikin.”
‘Divê berjewendiyên hizbî esas neyên girtin’
Rezazî destnîşan kir ku ev demeke dirêje ew xebatê ji bo parastina neteweya kurd dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li hemberî vê jî dewleta tirk a dagirker bi salane li me dixe. Divê dijmin bizanin ku xeyalên wan dê vala derkevin. Herwiha tevî hemû zehmetî û astengiyan jî dê kurd dest ji doza xwe bernedin. Divê hizbên kurdî berjewendiyên hizbayetî nexin li pêş berjewendiyên neteweyî. Divê berjewendiyên gelê kurd bixin pêş ku bikarin bi yekgirtinê li hemberî dagirkerên Kurdistanê bisekinin.” SILÊMANÎ