Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Hunermend û hunera kurdî

Zinar Ronî |

Demek dirêj e ku hunera kurdî xitimandinekê dijî. Hem ji aliyê kesayatan ve hem jî ji aliyê cureyan ve di xwenûjenkirinê de zehmetiyan dikişîne. Bêguman sedemên vê yên derve û hundirîn hene. Ango dema mesele tê ser mijarên bi kurdbûnê ve eleqedar her tim di nava xwe de gelek zehmetiyan dihebîne. Mijar ne yek alî pir alî ye. Lê çi dibe bila bibe divê mirov di serî de xwe bibîne. Jixwe huner tiştek wisa ye ku rê û rûbazên xweîfadekirinê dibîne. Huner afirandina wateyê ye. Heke di cihekî de huner bixitime êdî divê mirov hinek kur bifikire. Di her şert û mercên zor û zehmet de jî hunermandan rêya afirandina wateyê dîtine. Carinan bi muzîkê, carinan bi helbestan carinan bi resman carinan jî tenê bi gotinan.

Dema em werin ser hunermendiya kurdî em dibînin ku bi qasî têkoşîna siyasî û leşkerî dernakeva pêş. Civaka kurd bi hezar salan in hebûna xwe zêdetir bi çand û ziman domandiye. Bûguman bûye xwedî têkoşîna siyasî û çekdarî jî.  Divê mirov ji bîr neke ku di dîrokê de civaka yekem ku li hemberî zilma şaristaniyê dest hilandiye civaka kurdan bûye. Li ser erdnîgariya Kurdistanê şerê li hemberî zordariya dewletê hatiye dayîn. Bes hîma ku hebûna kurd li ser mezin bûye zêdetir çand û ziman e. Lê em îro dibînin ku hem di aliyê çandê de hem jî di aliyê ziman de qelsiyek mezin heye.

Hunermend ew kes e ku bi xebata xwe hem berhemek biafirîne û hem jî bi berhema xwe re bîrewerbûnekê çêbike. Tenê nivisandina helbestekê têr nake di heman demê de divê ew helbest karibe di aliyê hest û bîreweriyê de şiyarbûnekê jî çêbike. Ango hunermendek nikare bêje ez gotinê xwe dibêjim êdî çi dibe eleqeya min jê tune. Jixwe dema mijar civakeke wekî ya kurd be ev rewş hê jî girîngtir dibe. Niha di piyasê de bi dehan kes hene stran dibêjin, helbestan dinivîsînin, lîstikan dilîzîn, şanoyan dinivsînin… Lê mixabin bandora wan a li ser civakê pir hindik e. Berovajî hinek kes hene ku bi gotina stranekê derbeya herî mezin li çand û zimanê kurdî dixin. Bûguman ne çand û ne jî ziman ne di yekdestiya tu kesî de ye. Lê heke kesek beyî ku tu kedê nede stranên kurdî li gorî kêfa xwe biguherîne mafê me jî heye ku em îtîraz bikin. Heke ev tenê bi çend mînakan sînordar bûna min pêwîst nedidît nivîsek wisa binivîsim. Lê mixabin hunera kurdî di van salên dawî de hatiye asta stranbêjên kolan û dawetan. Hin kesên ku demekê derdiketin li pêşiya bi sedahezaran kesan stran digotin niha bi konsera kafeyekê qayil in. Lîstik û bernameyên ku bi milyonan kes dianîn pêşberî televîzyonan niha tenê ji aliyê sedan kesan ve têne temaşekirin. Gelo hunermendên kurd ji bo vê rewşê çi difikirin? Çima hunera kurdî kete rewşeke wisa? Niha dibe ku kurdên Bakur bêjin zor û zehmetiya dewletê heye. Lê gelo çi hinceta Başûr heye? Yan jî Ewropa ji vê rewşê re çi dibêje? Li Bakur di salên  herî xedar de hunera kurdî her tim li pêş bû. Yanî şert û mercên îro ji bo Bakur jî ne hincet in.

Di civakeke ku huner ne xurt be û hunermend ne li pêş bin di wê civakê de hem bişaftin pir çêdibe û hem jî belavbûna neteweyî zêdetir dibe. Mesele gelo hunermendên kurd di avakirina yekitiya neteweyî de çiqasî xwe berpirsyar dibînin? Di bişaftina ziman de xwe kêm dibînin an na? Ji bo pêşketina hunera kurdî çi projeyên hunermendên kurd hene em nizanin.  Her tişt bi hêviya tevgera siyasî ve maye. Tevgera siyasî û çekdarî heya astekê têdikoşin. Îro li çar perçeyê Kurdistanê şer e. Rewş ew qas xeter e ku hindik maye hêzên kurd li hemberî hev şer bikin. Di esasê xwe de ev şer ne bi destê hêzên kurd e. Lê sedem çi dibe bila bibe niha yên hatine hemberî hev bi nav ‘kurd’ in. Di rewşeke wisa de gelo rojeva hunermendên kurd çi ye? Di van pirs û gumanan de jî xuya dike, hem qelsiya hunerê û hem jî kêmaniya hunermandan bi kêmaniya têkoşîna civakî ve girêdayî ye. Dema hunermend li kolanan bi gel re tevdigerin hem huner xurt dibe hem civak xurt dibe hem jî hunermendên nû digihijin. Hunermend bi helwesta xwe dikarin ji hemû tiştî zêdetir bandorê li ser civakê bikin.

Bi sedsalan in kurd di bin zilmê de ne. Bi sedsalan in şerê hebûnê didin. Lê di cîhanê de biqasî rewşa Filistînê cih negirtiye. Sedem ne têkoşîna kêm e. Ne bedelên hindik in jî. Gelek sedem hene. Lê sedemek jî sekn û rewşa hunermendên kurd e. Ji ber karakterê dewletan yê berjewendiyên aborî dewletên navneteweyî bi gelemperî tevgerên kurd ên siyasî û çekdarî wekî ‘terorîst’ pênase dikin. Ev ne rastiyeke bes heqîqetek e. Dewlet ji ber berjewendiyên xwe wisa tevdigerin. Her wiha dewletên dagirker her tim sedema êrîşên xwe wekî şerê çekdarî didin nîşandan. Mesela niha êrîşên li ser Başûr çawa rewa dikin? Dibêjin ‘em li hemberî PKK’ê şer dikin’. Yanî hedefa xwe ne wekî hêzeke kurd wekî hêzeke derveyî kurd didin nîşan dan. Lê encam hemû li holê ne. Erdnîgariya Kurdistanê talan dikin. Gundan didin vala kirin. Her carê êrîşî  sivilan dikin. Wê demê kurd wê çawa xwe îfade bikin. Di vir de rista herî mezin dikeve ser milê hunermend û rewşenbîrên kurd. Îro herî zêde hunermendên kurd dikarin rewşa kurd û Kurdistanê di cîhanê de bikin rojev. Em dizanin ku di nav raya giştî de helwesta hunermendan ji ya rayedarên dewleta zêdetir deng vedide. Tu îro ji gelek kesan serokên dewletan bipirsî nas nakin. Lê dema lîstikvakî sinemayê yan jî stranbêjeke navdar bipirsi gelek kes nas bikin. Îro hema bêje herkes Ciwan Haco nas dike lê her kes Îlham Ehmed nas nake. Her kes Şivan nas dike lê serokê partiyeke kurd a Sûriyeyê nas nake. Ji ber vê yekê barê giran jî hinek li ser milê hunermanda ye. Dixwazim bêjim ku hunermendî tenê popularîte ye. Dibe ku pir populer bî. Lê di heman demê de hunermend ew kes e ku li hemberî  vê populerîteyê berpirsiyariya civakî hîs bike. Tiştên ji hunermendên îngîlîz an jî fransî werin xwestin û ji yên kurd werin xwestin ne yek in. Ne hebûna fransiyan di talukê de ye û ne jî welatê îngîlîzan hatiye dagirkirin.

Kesek ku  navê hunermendiyê li ser be nikare bêje tenê ez bi karê xwe re eleqedar dibim. Huner bixwe bi civakê pêk tê. Karê hunerê hemû bi civakê re gîrêdayî ye. Hunereke ji civakê qut ne pêkan e. Jixwe huner watedayîna jiyana civakê ye. Hunermend jî nûnerê vê wateyê ye. Di heman demê de nûnerê wijdanê civakê ye. Hestên civakê bi hunerê xwe didin der. Şahî û xemgîniya xwe bi stranan diyar dike.  Bi fîlm û şanoyê rastiya xwe nîşan dide. Baş e yên ku vî karî dikin jî hunermend in. Yanî tu yê strana wê civakê bêjî lê ji pirsgirêkên wê civakê re bêdeng bî. Tu yê filmê zilma ku ew civak dijî bikşînî lê li hembrî wê zilmê bi xwe bêhelwest bî. Wê demê navê vê nabe huner dibe sextekarî.

Aynur Dogan, Nîzametîn Ariç, Ciwan Haco, Delîl Dîlanar, Xêro Abbas gelo hûn ne hunermendê vî gelî ne. Ma hûn vê rewşa kambax nabînin. Gelo qet gotineke we ji bo rewşa hunera kurdî û rewşa gelê kurd nîne? Ma bi rastî hûn nabînin? Niha ji vir dixwazim bangewaziyek jî bikim. Her tim behsa îxaneta di nav kurdan de tê kirin. Ên ku dawî li vê îxanetê bînin hunermend bi xwe ne. Dibe ku di navbera partî, komel, sazî û tevgerên çekdarî yên kurd de îxtîlaf hebe. Dibe hemû hunermend jî wekî hev nefikirin. Ev jî rastiya hunermendiyê ye. Lê dema mijar gelê kurd be pêwîst e berî sazî û partiyan hunermendên kurd werin cemhev. Hem huner û hem jî hunermend divê ser sazî û komeyleyan bin. Hunermendên berê yên NÇM’ê çi bû ji ewqas ked û xebatê. Ewqas qedirdayîn çi bû jê. Hevalên we yên ku ketin zindanan an jî yên ku şehîd ketin ma qet qîmeta wan li cem we tune ye. Mirov carinan tenê ji bo girêdayîna bîranîneke xweş hemû zordariya dide ber çavê xwe.

Bi kurtasî ku bêjim hunermendên kurd dikarin dest bidin hev û civaka kurd bi ruhekî neteweyî pevbigihijînin. Di heman demê de di qada navnetwî de bi hunermendên biyanî re dikarin di raya giştî de ji bo rewşa kurd û Kurdistanê hestiyariyekê ava bikin. Hozan Mizgîn, Hozan Serhat, Hozan Sefkan, Elî Temel û bi dehan hunermendên ku di têkoşînê de şehîd ketin xeyala wan a mezin welatek azad bû. Niha jî hunermendên kurd bi xebateke giştî dikarin xwedî li vê xeyala wan derbikevin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar