Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

Hunermend û rewşenbîrên Germiyanê banga rawestandina êrîşan kirin

Hunermend û rewşenbîrên Germiyanê li dijî dagirkeriya dewleta tirk a li ser Kurdistanê û wêrankirina jîngeha Kurdistanê daxuyanî dan û banga rawestandina êrîşan kirin

22 hunermen, mamosta û rewşenbîrên Germiyanê bi daxuyaniyek hevpar banga rawestina êrîşên dewleta tirk ên li ser jîngeh û gelê kurd kirin.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku dewleta tirk a dagirker bi sûd wergirtina ji krîzan li Rojhilata Navîn û bêdengiya civaka navneteweyî li ser başûrê Kurdistanê êrîşên berfireh daye destpêkirin û wiha tê gotin: “Dewleta tirk tenê bi dagirkirina leşkerî û xaka başûrê Kurdistanê ve sînordar nemaye, dest bi talankirina jîngeha xweşik a Kurdistanê kiriye. Li Behdînan û herêmên din ên sînor bi rêya birîna darên Kurdistanê, xwezaya Kurdistanê wêran dike.

Li dijî vê dagirkeriyê, şewitandin û birîna darên Kurdistanê derdikevin û şermezar dikin. Daxwazê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê û tevahiya konsolosxaneyên welatên ên li Herêma Kurdistanê, hemû rêxistinên sivîl û jîngehparêz dikin ku li dijî vê komkujiyê rawest in û pêşî lê bigirin. Êdî rê nedin dewleta tirk a dagirker li ser xaka Kurdistanê enfal û komkujiyan bike û xwezaya Kurdistanê wêran bike.”

Navê kesên daxuyanî dane:

Şanoger Şiwan Celal

Aktîvîst Kamûran Mecîd

Muzikjen Aryen Ednan

Şanoger Şikom Omer

Şanoger Cuma Kerîm

Muzikjen Goran Emîn

Mamosta Mihemed Şerîf

Muzikjen Yunis Cuma

Stranbêj Hewkar Celîl

Rojnameger Zehîr Îbrahim

Arkolok Huner Firaldîn

Aktîvîst Tiwana Haşim

Muzikjen Mihemed Felah

Stranbêj Mihemed Kamûran

Şanoger Karwan Miqdad

Şanoger Rawêj Kerîm

Sînemakar Kusret Borhan

Muzikjen Yusif Hisên

Muzikjen Baran Cuma

Şanoger Bîlal Firut

Muzikjen Selah Hesen

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar