Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...
Salı - 27 Ağustos 2024

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Hunermendan ji bo konferansa neteweyî bang kirin

Hunermendan diyar kirin ku bêyî yekitiyê û têkoşîna hevpar destketî nikarin bên parastin û bal kişandin ser girîngiya konferansa neteweyî

Hunermend Çopî, Xemgîn, Nîzamettîn Ariç, Necmedîn Xulamî, Hesen Şerîf û Ciwan Haco jî di nav de bi navê hunermendan daxuyaniyeke hevpar hate weşandin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi serkêşiya dewleta tirk li dijî kurdan êrîşên qirkirinê dest pê kirine. Di daxuyaniyê de hate gotin, dewleta tirk bi vê êrîşa dagirkeriyê bi rengekî eşkere dibêje, ku li kîjan devera dinyayê dibe bila bibe wê hebûna gelê kurd, wê destketî û statuya kurdan ji bo xwe weke dijmin bibîne, dixwaze hebûna xwe li ser tinebûna kurdan ava bike û hate destnîşankirin, ku Rojava li dijî vê yekê berxwedana rûmetê dike.

Hunermendan diyar kirin, ku Şoreşa Rojava nîşan da ku berxwedaneke rêxistinbûyî nikare bê têkbirin, ew bûye sembola mirovahiyê û hate gotin, “Ji ber vê yekê niha gelên dinyayê hemû li dijî vê qirkirinê helwestê nîşan didin.”

Hunermendan ragihandin ku bûyerên diqewimin ji bo kurdan destnîşan dikin ku bêyî kurd bibin yek, bêyî têkoşîneke hevpar bikin, wergirtina destketiyên nû li aliyekî wê yên heyî jî winda bikin. Hunermendan destnîşan kirin ku eger wê destketiyên gelê kurd bên parastin, hingî ev yek bi hêz, ast û serketina têkoşîna li çar parçeyan, bi yekîtiya neteweyî dibe. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku rewşa heyî ya parçebûyî dikare bibe sedema berdêlên giran ku telafîkirina wê nepêkan be.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di pêvajoyeke wiha de ku hemû hevsengî ser û bin bûne, em hunermend dibêjin ku ji bo pêkhatina konferanseke neteweyî em amade ne bi berpirsyariya xwe rabin. Em zanin ku hunermend wijdanê mirovane. Wijdan jî her tim alîgirê azadî, afirînerî, rastî û mafdariyê ye. Em zanin ku bi hev re em ê xurtir bibin.

Ji ber ku di mijara berjewendiyên neteweyî yên gelê kurd de em xwe berpirsyar dibînin, em piştevaniyê ji banga pêkanîna konferansa neteweyî re dikin û dixwazin pêşengiyê ji vê yekê re bikin. Bûyerên ku di Şerê Dinyayê yê Sêyemîn de li Rojhilata Navîn diqewimin fikarên me mezin dikin. Ya herî girîng jî em dibînin ku dixwazin gelê kurd tine bikin û zanin ku bêdengî û bêhelwestiya li pêşberî vê yekê tê wateya piştevaniya faşîzmê. Ji ber vê yekê em dibêjin, em ê li pêşberî êrîşên li dijî jiyana hevpar û hêviya jiyana nû ku di şexsê êrîşên li dijî Rojava de tên kirin, em ê ti carî bêdeng nemînin, bi navê hunermendên neteweya kurd em dixwazin destnîşan bikin ku pêwîstî bi konferanseke neteweyî heye.”

Daxwazên hunermendan wiha ne:

Hunermendan ji bo bidawîbûna êrîşên qirkirinê bang li dinyayê kirin.

Her wiha koordînasyona yekitiya hunermendan ava kirin û wê li her devera ku lê ne pêşengiyê ji çalakiyan re bikin.

Hunermendên ku mohra wan li binê daxuyaniyê hene:

Çopy, Xemgîn, Diyar, Şivan, Nizamettîn Arîç, Seyitxan, Sosin, Deniz Deman, Bulent Turan, Farqîn, Memo Gul, Merdan Zirav, Yasîn Kav, Mazlum Rewşen, Alî Îkîzer, Ozan Serdar, Alî Baran, Emekçî, Ferhat Tunç, Mîkaîl Aslan, Cemîl Koçgîrî, Şemdîn, Necmedîn Xulamî, Hesen Şerîf, Ciwan Haco, Armanc, Kerîmo, Beyto Can, Awaz Bariş, Kemal Gorgo, Remzî Açikgoz, Azad Şamsedîn, Arî Aqreyn, Dîyare Kurd, Kerîm Nacar, Rozerîn Kahraman, Ardelan Helbestvan, Kamuran Simo- Nivîskar, Kawa-Şanoger, Stêr Kurdaxî, Gursel Dayan, Mele Ahmed ê Namî- Helbestvan, Hesen Mele, Evîn Akbaş, Cemîla Pîrê, Welat Kobanê, Narîn Feqe, Elî Şakir, Adil Feqe, Xerîb, Selah (Kurê Bavê Selah), Şêro Oslo, Kadir Çelîk-Helbestvan, Ednan Doxan- Helbestvan, Murat Kobanê, Hayatî, Ezîz Mardîn, Goran Bekir, Roj Kerîm, Qadir Essed, Dilyar Ahmed, Firat Ceweri, Rohat Alakom-Nivîskar, Ehmed Huseynî- Helbestvan, Dorpeç Kobanê, Îbrahîm Kevo, Suad Alican, Reşo Eyşan, Emîr Xeyatî, Bekir Hiseyn- Nivîskar, Hecî Kardoxî- Aşitî Radyo, Dilşan Pîrdawud, Hesen Lor, Ferît Zedan. KOLN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar